Welat û Çand Şêrîn e

Di demên borî de ji eşîra Gevozî ya Semsûrê li gundê Kolikê ji bo xebatê ciwanek diçe Stenbolê.

Dema ku di înşaetê de dixebite, jinebiyekê nas dike. Piştî hevdû nas dikin dizewicin. Xort dev ji înşaetê berdide û li wîllaya jina xwe bi cîh dibe. Û paşê ew dibîne ku jinik kesek pir dewlemend e. Ew jineka karsaz e. Xort lê belê her tim bîra gund û jîyana xwe ya wira dike. Bi demê re, xort ji vê jiyana luks bêzar dibe. Her roj gilîyê xwe ji xanimê re dike. Ji ber ku ez bêriya gundê xwe û kanîya gundê xwe dikim. Jin dibêje, hema hinekî bisekine, were em karê xwe biqedînin, emê herin serdana dê û bavê te bikin. Her roj xort bêtir bîra gund û welatê xwe dike ku ew biçin welêt. Jinik dibêje: “Ji min re bêje, ez jî dixwazim bizanim li wir çi heye. Ger ku hûn pir bêriya wê bikin divê cîhek xweş be wek bihûşt ê.” Ciwan dibêje cihê me ne weke vir e, her der bê gotin xweş e. Bi taybetî aveke wê ya bi bedewiyeke ku nayê vegotin heye. Em wê re dibêjin şerbikil xul xul. Kar bi dawî dibe û jin mêrê xwe digire û tên Kolikê. Jinik dinêre û tiştekî balkêş nabîne. Li wir qet hez nake. Ji tiştekî kêfê nagire. Li ser rêya gund mêrik bi ecele gazî jinikê dike û dibêje bisekine bisekine. Jinik ditirse dibêje ka çi bû: “Çi bûye?” Dibêje bisekine û were, ew ji erebê peya dibin û tên ber kaniyeke disekinin derdora kanîyê gîş celb e. Xort hema bi lez şerbikek li wir pîs û gemara ku bi salane ber girtîye û belkî bi hezaran kesî tê de av vexwarîye bi ser xwe ve dike, dîsa dixe nava avê, paşê dîsa biser xwe ve dike û bêhna xwe vedide. Dibêje oxxxx oxxxx çi av e ez bi heyrana te. Jinik ji ber tişta ku dibîne matmayî dimîne. Dipirse ev çi ye gelo? Di bersivê de xort dibêje, şerbikil xul xul eve êşte. Kezeba min kir bûz. Ez kîcax de bêriya vê yekê dikim.

Jinik erebê dizivirîne û vedigere Stenbolê û mêrik li dû xwe li gundê wî dihêle. Her kes li cihê ku lê ji dayik bûye kêfxweş e.Divê mirov koçber nebin.

MamosteH

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Macirê – Ji Deftera Kurmancî | 1

Macirê, destê wê li ser trabzanên şaneşînê ku berê wê li çiyê bû, bi porê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *