Van xwarinan dê we ji şewba berazan û bi taybet jî, ji bapêş-an biparêze.
Masî: Ji hêla Omega 3 pirr dewelemenede, ku bapêş û nexweşîyên enfeksiyonî durî mirovan dibe. Kêmanî heftê 2 -3 cara masî bixwin.
Behîv: Ji hêla vîtamîna E ve û antîoksidanî ve pirr dewlemende. Ji bona ku we ji bapêşê biparêze, divê rojê mistek behîv bixwin. Di behîvê de “beta carote ” heye ku li hember nexweşîyan têdikoşe.
Xamkêsan (Yulaf): Ji hêla lîf (rehik-rîçal), vîtamînên E û B ve xwarineke dewlemende û sîstema jêbexşî ya mîrov zêde dike.
Mast: Di nava mast de probiyotîk hene, ku li dijî mîqroban tê dikoşe. Her wiha bapêj ji we dûr direve.
Çaya Kesk: Di nava vê çayê de maddeya “epigallocatechin gallate” heye ku sîstema jêbexşî xurttir dike.
Ginseng (Ev Giya, li Çînê û rojhilata dûr tê): Ku pirr bi kêrî mîrovan tê û ji bona bapêjê jî ji % 31ê mirov ji vê nexweşîyê diparêze.
Patat: Di nava patatê de jî “beta carote ” ku ev madde li dijî nexweşîyan tê dikoşe.
Sîr: Di sîrê de ‘Sulfur’ heye, ku nexweşîya bapêşê kêm dike û virusan jî dikuje.
Narîncî (Turuncî): Ji hêla vîtanînen C ve pirr dewlemendin. Divê zivistanî vitaminen C yî pirr bê xwarin.
Hinguv: Taybetîya wê ya antibakterî heye. Teva mast bibe û bê xwarin pirr baş bi kêrî mirov tê.
Kelem (Lahne): Ji hêla Dvitamina D ve dewlemende û giha weke wê û İspanaxê (Siyale) tiştên kesk bi kêrî mirov tê.
Kuvark: Maddeya ‘Beta-glucan’ tê de heye, ku mirov ji bapêşê diparêze û virusan jî dikuje.
Sêv: Ji vitamîna C yî ve dewlemende û pispor dibêjin ku kesekî sêvê her roj bixwe, dê pirr kêm bi bapêşê bikevin.
Goştê sor: Ji bona sîstema jêbexşî ya we xurt bibe divê hûn goştê sor jî bixwin. Lê 40-50 gram bese.
Pîvaz: Antibiyotik-ek xwezayî ye. Maddeya “quercetin” tê de heye ku li hember bapêşê tê dikoşe û her wiha sîstema jêbexşî xurt tir dike.
Mamed ê Dêrikî
Jêderk: netewe.com