Qesra Îshaq Paşa Xemilî

Qesra Îshaq Paşa ya li Bazîdê di demsala zivistanê de xweşiktir xuya dike. Qesra ku bi berfê xemilî ye, beriya bi sedan salan Yekem Qesr e ku tesîsata Kalorîferê lê hatiye bicihkirin.

Qesra dîrokî û kevnare ya Îshaq Paşa bi destpêkirina zivistanê re bi berfê xemilî.

Qesra ku ji bo demsala herî sar hatiye avakirin ev bi sedan sal in li ser xwe ye û hê jî navenda serdanê ye.

Bi taybetî di demsala zivistanê de di bin berfê de bi awayekî cuda xuya dike.

Qesr bi taybetî bi çiyayê Agirî yê li hemberî xwe re, dîmeneke nuwaze pêk tîne.

Qesra sedan salî, ji dûr ve wekî bûkeke xemilî dibe bergehek.

Helbet serdanên bo qesrê jî zivistanê zêdetir in.

Qesra ku di sala 1784’an de dest bi çêkirina wê hatiye kirin piştî 99 salan hatiye qedandin.

Qesra Îshaq Paşa xwediyê 116 odeyan e û yekem qesr e ku pergala kaoarîferê lê heye.

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply