“Trêna li Stasyona Xwe Digere” Derket!

Pall Weşanê kitêba ewil a rêza xwe ya nû “hûrgilî”yê çap kir. Kitêb li ser trênê ye û 17 nivîskaran li ser trênê nivîsiye. Di rêza “hûrgilî”yê de ya nû ye dê kitêbên eleqedarî obje û alavan, mekanan, hûrgilî û hûrdekariyan û hemû tiştên biçûk, şênber û ji nav jiyana rojane bêne çapkirin. Di dorê de kitêba “qehwexane”yan heye.

 

Amadekar: Înan Eroglu

Nivîskar: Amed Çeko Jiyan, Beyan Ezîzî, Burhan Sönmez, Ciwan Nebî, Ciwanmerd Kulek, Diya Ciwan, Fatma Savci, Haydar Diljen, Hejarê Şamil, Konê Reş, Mueyed Teyib, Nûredîn Zaza,Rohat Alakom, Selîm Temo, Serdar Şengül, Ûsivê Hemîd

 

Nivîsa paşbergê:

Trên ne tenê alaveke hatûçûyê ye. Ew bi qasî ku dikare ji bo me bibe alaveke muhim a jiyana rojane, nostaljiyekê bi me re çêbike, pêwendiyên me yên komelî xurttir bike, berê me veguhêze bo derve, rengekî nû li hez û têgihiştina me zêde bike, herweha dikare ji aliyê dîrokî, civakî û demografiyê ve rê li ber guherînkarî û desttêwerdana welatê me jî veke, erdnîgariya me bi hev û erdnîgariyên serwer re girê bide, carna bibe sînor di navbera me de û me parçe bike û carna jî bibe alava kontrol, serkutkirin û sirgûnê.

 

Ev kitêba ji 17 nivîsarên 17 nivîskarên ji dever û şêwezarên cuda yên kurdan pêk hatî, dixwaze nîşan bide ka trên di nezera nivîskaran de miqabilî çi ye, wateyeke xwe ya çawa bo wan heye, tesîreke çawa li wan kiriye û ew wek alavekê di peywendeke çawa de wê bi cih dikin, bi çi awirî li wê dinihêrin.

 

Naverok:

NÛREDÎN ZAZA, Reva ji Trênekê li Sûriyê ji ber Dorpêça Hêzên Tirkan (Ji fransî: Bilal Ata Aktaş)

ROHAT ALAKOM, Çêkirina Xeta Trênê li Kurdistanê ji Aliyê Skandînaviyan ve (1927-1934)

SERDAR ŞENGÜL, Rêwîtiyeke ber bi Welêt ve di nav Xetên Hesinî de

DIYA CIWAN, Gazindek ji Trênê

KONÊ REŞ, Trêna Berlîn-Bexdayê li Beriya Mêrdînê

SELÎM TEMO, Xêzika li Stasyona Qeredaxê

HAYDAR DILJEN, Trêni Xeyelandê Mi de Sey Fîgurê Estanekan Bî

FATMA SAVCI, Trên ji bo Birinê Tê Ne ji bo Anînê

ÛSIVÊ HEMÎD, Trêna Kotolê

MUEYED TEYIB, Bîrhatinek ji Seferên Jînê

CIWANMERD KULEK, Rêwîtiyên Hesinî

BEYAN EZÎZÎ, Qetarî Werşo bo Krakov Be Zistanda Têper Debêt

AMED ÇEKO JIYAN, Tiliya Pêçayî

BURHAN SÖNMEZ, Dengê Zemanî

HEJARÊ ŞAMIL, Ez di Trênê de Hatime Dinyayê

CIWAN NEBÎ, Trên li wir Rawestiyayî ye, Naçe Helebê

ÎNAN EROGLU, Trêna Bêdengiyê

 

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Navdarên Cîhanê: ÎBN RUŞD (1126 – 1198)

Hekîm û felsefevanê Ereb ê Endulusî û ‘alimek felsefe, fiqih, matematîk û tipê ye. Li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *