Tag Archives: Civakî

Teyrê Sîmir

Teyrê Sîmir, wêneyek ji dergehê medreseya Nadir Dîwan Beg, Buxara (Ûzbêkistan) Teyrê Sîmir, teyrekî efsanewî yê çîrokan e. Bi kurdî Sîmir dibêjin û cih û warê Sîmir çiyayê Zagrosan e. Sîmir ji du gotinan pêk hatiye: sî û mir. Peyv Li gor van herdu peyvên hevdudanî ku navê sîmir ji …

Read More »

NAVÊN SERPOŞIYA KURDAN; WEKE ”ŞAŞ” Û ”TILM”Ê

Di berhemên Kurdî yên Klasîkên Kurmancî de zêdetir peyva SERPOŞê hatiye bikaranîn. Ew sergirtin jî bi çend navên cuda hatine binavkirin. Ji bo sergirtina mêran: ŞAŞ, TILM, KUM, KOLOS, EGAL, KESK û ŞEWQE têne gotin. Ji bo sergirtina jinan: ŞAR, ÇARIK, LAÇIK, TERHÎ, TEMEZÎ, KUM û KOFÎ têne gotin. Ji …

Read More »

Çîroka Şahmaran

Şahmaran (kurdî: Şahmaran, Şamaran, Şaḧmaran), gotinek e ku ji “Şaha Maran” tê. Şahmaran efsaneyeke gelekî kevn e û li gelek malên kurdan jin li ser paçekî wêneyê Şahmaran çêdikin û li dîwêr didaleqînin. Ev wêneyên ku li dîwarê malên kurdan hene, Şahmaran wekî mareke xwediyê gelek lingan nîşan dide û …

Read More »

Ristemê Zal

Ristemê Zal an Rustemê Zal lehengekî destan, çîrok û çanda devkî ya kurdan e. Ristem lawê Zal e. Mirov nizane ka kesayetiyeke rastî ye yan mîtosî ye. Mixabin herçendî dewlemendiya çanda Kurdan e, tirk û farisan xwedî lê derdikevin û bikartînin.   Ristemê Zal merd, şervan, wêrek, welatparêz û şoreşger …

Read More »

NOSTALJÎ “BÊRÎYA RABORÎYÊ”

Dawet û roja piştî dawetê ’’sebahîyê’’ ‘’ser sebahî’’ Ne gelek dûr, berî bi 40-50 salî ku xort digihîştin dema zewacê, dayik û bavên ciwanan, çavên xwe li derûdora xwe digerandin ku keçek bedew, ji xortê malê re bixwazin û miradên wan û kurê wan pêk were. Bibin xwedî bûk û …

Read More »

LO ŞEKIRO

Li gor salixdana Apê Husên, salê wî sed û deh in. Lê hîn li ser xwe ye. Gepalê di destê xwe de wek aksesuwarekî bikar tîne. Bê gepal jî wek xortekî dimeşe. Hele ku min dît ew bêrawest merdîwenê tîk hilkişiya û xwe gihande ser banî, ez ketime şikê. Min …

Read More »

ÇATOM (bi tirkî: Çok amaçlı toplum projesi, anku, Projeya pirralî ya civakê)

ÇATOM, dezgeha asîmîlekirina jinên Kurd. Dezgeha şerê psîkolojîk. Di bin siya qursên ziman, qursên karên destî jinan kom dike, ji wan re qaşo riya pere qezenckirinê vedike. Lê armanca wê ya sereke asîmîlekirin e. Li vir îstîxbarat, xirabkirina yekîtiya civakê, kişandina ciwanên Kurd bo krîmînalîteyê (karê firotina madeyên hişbir, fûhûş …

Read More »

KÊZ XATÛN

Hebû tunebû, kêzikek hebû, jê re digotin Kêz Xatûn. Rojekê kêz xatûnê biryara xwe da, got: Tenêbûn dijwar e, ne xweş e, ez ê herim ji xwe re mêrekî bibînim şû bikim. rabû bi rê ket, çû çû, rastî şivanekî hat ku li ber pezê xwe bû. şivanî got: – …

Read More »

CÛREYÊN GOVENDA KURDÎ

Hin stran, destan û helbestê ku di govendê de têne gotin, naveroka wan bûyerên dîrokî ne. Nivşên nûhatî jî bi wan agahdar dibin ku çi hatiye serê bav û kalên wan. Beşeke dewlemend ji leyztikên Kurdan, govend e. Ji 40î zêdetir cûreyên govendê hene. Lê mixabin li Bakûrê Kurdistanê di …

Read More »

Hin Gotinên Pêşiyan…

A Abûr daye ebûrê. Adar e berf giha guliyê dar e, nema dane êvare. Adar e meşka li dar e, ne li hera, li beriya Sîngor e. Adar e, dew li dar e, şivanî xwe mal e, kebanî bi kar û bar e. Adar e, dew li dar e. Adetên …

Read More »