Tag Archives: Çîrok

Rêwindayî

Hêkên gêrgêrîkan baz û başoke ji wan der nakevin..! Hêkên maran jehir di nava wan de heye..! Ez dikevim şêweyên lehengan, geh Restem û geh Guhderz im. Bi kişandina şûrê xwe serê sed mirovî dipekînim. Tukes nikare şûrê min ji destê min der bixe. Ez tavim, ez mirinim.ez..!? Lê ji …

Read More »

Piştxûz

Jibo Beşîrê Mele ( Bavê Şahîn) Hino hino ez hest dibûm ku Ode ya mi î çar qorzî bi ser hevde tê. hestên mib beram berî xwe kelovajî dikirin, Ode ya min li dor diwaz deh ta bi paz deh M çar goşe ye. Lê ji nişka ve min didît …

Read More »

Karbidest

Ez bi gavin sist bi derencê ve hilkişîm. Hetanî ku ez gihştim qata sisiya devê min zuha bû. Derbasî oda ku zarokan lê qeyd dikin bûm. Min destê xwe dirêjî karbidest kir, bi tirs û sawê ez girtim. Min di nava xwe de got: ” Dibe ku berra min de …

Read More »

Buharên Wî

Bayê buharê yê hênik, bêhna erdê, tîrêjên rojê, vebûna gula, û dilê wî yê reben ku di tenêbûna xwe de her roj sed carî dimre. Buharên xelk û alemê tev de bi kêfûşahî, hezkirin û ramûsanan derbas dibin, yê wî, bi hisret, fîxan û kulan re derbasdibe, û dubhure. Blê dilê wî yê bi tenê derbasî kêleka vî bajarê bê dil , bê cerg û hinav dibe. Dilê wî tê sûtandin û henek jî pê tê kirin. Ew û dilê xwe yê reben, ku ji rebenîya xwe hew dikare hezbike, anjî bawerî yê bi hezkirinê bîne. Roj û şev li cem dilê wî weke hevin.

Read More »

Şengilo- Mengilo

Carekê bizinek ji nava pêz vediqete diçe çiyê, binê zinarekî xwe re dikole, holikê ava dike, xwe re dike gom, têda dizê: sê kara tîne. Navê yekê datîne Şengilo, navê yekê Mengilo, navê yekê jî Qalîçengilo. Kar ku mezin dibin, maka wan şîret dike, dibê: – Sengilo, Mengilo, Qalîçengilo, ez …

Read More »

Çîroka ker û hevalên wî

Carek ji cara, mamê Xidir li kerê xwe siwar bû çû dara, lê bû wextê êvara. Mamê Xidir bala xwe dayê Gurekî ji wê de hat, çû lêxist Kerê wî xwar! Mamê Xidir je re got; “Ey heywanê hovê har, qe li beriya jêrîn tunebûn berx û kar, tu hat …

Read More »

Germahiya Xwuşka Min

Rojekî dayka min ne li mal bû. Rojekî dayka min û bavê min cîhekî de çûbûn,ez jî wê demê teze helege bûm ez peyî çûyîna dê hinekî giriyam. Xwûşka min a mezin em komî dora xwe kirin,hembêza xwe mina konekî li ser me vegirt,çawa mîna mirîşkeke li ser kurkê rûnê …

Read More »

Gotinên Pîrevotê

Pîra Helê, nişkava ji nav ciyê  xwe derket û deriyê xwe vekir  derket derva. Her sibeh zû  radibû lê belê  iro ji di xew da mabû. Bi tirs û hirs çû nav ajelê xwe . Ji xwe du ajelê wê hebû yek hespek yek jî mangeyek bu. Mange biraye wê dabû …

Read More »

Çîroka Elmeşko

Çi hebû çi tunebû… Rojekê li derekê bavek û sê lawen xwe hebun e. Bav, ji bo ku zarokên xwe xwarinê bibîne çûye nêçîr. Çûye, lê bi xwe bûye nêçîrê dêw. Her sê lawên wî pir xemgîn bûne. Dikin ku heyfa bavê xwe hilinîn. Pêşiyê  birayê mezin derdikeve berê xwe …

Read More »

Bîranîn û Hêvıyên Wenda (Çîrok)

Ev kurteçîroka derheqê destpêkirina belengaziya keçikekî ye. Çimkî yekî/a ku bîranîn û hêvîyên xwe wenda bike, ewa belengaz û reben e. Keçika qemer, lêvsor û çavbelek piştî şeveke tarî, xeweke giran û dirêj bi xewneke pir ecêv û baldar radibe. Lihêfê li ser xwe diavêje, şibakê vedike. Weke her şeveqan …

Read More »