Hz. Sileman û Mûrî / Gerik

Dibên rojeke Hz. Sileman ji Mûriyekî dipirse, dibeje xwarna te ya salekî çiqas e? Mûrî dibeje; bitenê hebekî Genim e. Hz. Sileman ji bona ku rastiya vê yekê destnîşan bike. Tîne Mûriye bi teve hebekî Genim dixîne hundurê şûşeyekî. Ji bona ku Mûrî bikaribe bêhn bistîne, devê şûşeyê bi paçekî girê dide. Piştî ku salekî derbas dibe.

Hz. Sileman tê derê şûşê vedike, dema ku bala xwe dide Mûriyê hîna bitenê nîve heba Genim xwarîye!

Hz. Sileman ji Mûriyê dipirse, dibêje: “Çima te heba Genim tev nexwari ye?!”

Mûrî dibêje: “Berê rizqê min Xwede Teala dida. Min jî pişta xwe bi Wî girê dida û bê xem û xiyal heba Genime xwe tevî dixwar. Lewra Wî tu carî ez îhmal nedikirim.”

Le gava ku te vî karî girt ser milê xwe, min got ev mirovekî aciz e, loma min newerîbû pişta xwe bi te girêbida. Dibe ku te min ji bîra bikira, yan jî min îhmal bikira, ji bona ku ez bikaribim pê salekî dine îdare ya xwe bikim, loma min nîve we hişt.

Raziqê rizqa Xweda ye Rehman û Rehîm e. Dinya ji yek e wekî Siltan Sileman re nema ye. Îcar ew ê ji kî ra bimîne!…

Çîrok: Gelerî

Amadekar: FİKRÎ AMEDÎ

Jederk: fikriamedi.blogspot.com

 

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply