Sûpernova Çi Ye ?

Stêrkên mezin dema vejena (enerjî) wan xelas bibe bi teqînek bi hêz diteqin û ji vê rewşêre em dibêjin Sûpernova. Biriqandina sûpernovayekê kari bighêji sed milyon car a tava me.

Di destpêkê de şiklên pêkhatîya wan plasmayek îyonî ye û di heftan an mehan de biriqîna xwe wenda dike. Belê ecêbiyek heye di ev dema kûrt de vejena kû dipejiqîne derve bi qasî vejena tavê kû di 10 milyar sala de bipejiqîne û car caran bêhtire.

Ev teqînên bi hêz û dûrî aqil dibe sedema kû made li fezayê ji cîhekî here cîheki. Di teqînên sûpernovayan pirtikên stêrkan belawela dibin û bi mesafeyên bê hesap dûrdikevin û piştre li hînek cîh kom dibin. Ev kombûn tê zanîn kû dibe sedema stêrk an gerstêrkên nû çê bibin. Ji xwe tê hesêb kû dinya û sîstema me ye tavê jî di wextekî pir kevn de piştî teqînek sûpernovayê çê bûye.

Wêne: Ewrikên Kevjal, ji pirtikên teqînek sûpernova di sala1054 de çêbûye.

Jêder: Rûpela Astronomîya

 

Derbar Çand Name

Check Also

Pirsên Herî Mezin Ên Gerdûnê

1.Gerdûn bi çi awayî hat avakirin? Em dizanin ku gerdûn bi Teqîna Mezin (Big Bang) …

Leave a Reply