Şîva Xaltîka Pîvaz

Xaltîka Pîvaz cureyê kutilkeke Serhedî ye. Navê xwe ji dîwanê digire û bi henekî (qerfî) ye. Kutilkeke (dolmeh) pîvazê ye. Navê xwarinê ya dirêjî, kutilka pîvazê ya bigoşt e. Helbet ev kutîlk ne tenê li Serhedê tê xwarin, li tevahiya herêmên Kurdistanê tê zanîn. Li hin herêman kutilka/dolmeha seriyên pîvazê jî dibêjin.

Berkeliya xaltikê (bo şeş kesan)

6 serî pîvaz (bila mezin bin)
Av (2-3 stekan)
Riz (kulmekê, bi qasî 50-50 gr)
Xwê (bi qasî nivê kevçiyê)
Bexdenûs (3-4 ta)
Hêliz (pîjinda, şiwît) 1-4 ta bi qasî 10 gr
Goştê kişandî yê kêmbezî (250 gr)
Îsota reş (hinekê bo pêwerkirinê, 1 gr)
Margarîn, kevçiyekê
1 hêk
3 kevçî ava lîmonê

Çêkirin

Herdu seriyên pîvazan jêbikin (ji binî û serê), qalikên wan derînin, bişon. Quşxaneya xwe bînin, 2 stekan (qedeh) av, 1 kevçî xwê bikinê û bikelînin. Pîvazan bavêjin nava ava kelî, bi qasî 15 deqeyan bixaşînin.

Bi baldarî zîlkên nava pîvazê (cûcik) bi tiliyan dehf bidin, derînin. Ango nava wan derînin. Riza xwe bişon, bidarivînin. Ji wê navên pîvazê hinekê bînin, hûrbikin. Bexdenûs û hêlizê jî hûrbikin.

Pîvaz, riz, bexdenûs, goştê kişandî, xwêya ji ber maye, îsota reş, çaryeke stekanê av û rûnê tevlîhev bikin. Bi vê têkelê pîvazan dabigirin, tije bikin. Dolmehên xwe di nava quşxaneyê de rêz bikin. Ava xaşandinê bikelînin û rokin ser dolmehan. Heya hebên birincê dirêj û nermijî bûn, nêzîkî saetekê bikelînin.

Hêkê di nava badiyekê de bi ava lîmonê biçirpînin. Dolmehên xwe ji nava avê bigirin, têkin binika servîsê. Ji ava xwarinê hinekê berdin nava hêk û ava lîmonê ya we amade kiribû, germijî bikin. Viya berdin ser kutilkan, ava xwarinê jî bi ser dolmehan de bikin, hêlizê pêwerbikin. Êdî dikare were ser destexaneyê (sifre).

Noşîcan be

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply