Sêyemîn Sempozyûma Navneteweyî ya Bedlîsê

Perwerdehî faktoreke bingehîn e ku civakên modern, mirovên hemçax/modern û ferdên azad û hişyar diafirîne. Civakên modern, ziman, çand û rewşa jiyana wan, demoqrasî, çanda nasname û siyaseta wan, bi giştî jiyana wan a civakî bi riya perwerdehiyeke modern çêbûye.  

 

Mijar: Ziman, Perwerdehî û Zanîngeh li Bajarên Kurdan

Perwerdehî faktoreke bingehîn e ku civakên modern, mirovên hemçax/modern û ferdên azad û hişyar diafirîne. Civakên modern, ziman, çand û rewşa jiyana wan, demoqrasî, çanda nasname û siyaseta wan, bi giştî jiyana wan a civakî bi riya perwerdehiyeke modern çêbûye.

Di civaka kurdan de rewşenbîrên zemanê xwe wek Abdullah Cevdet, Xelîl Xeyalî û Seidê Kurd anîne zimanî ku yekemîn pirsgirêka kurdan perwerdehî ye. Bêyî perwerdeyeke baş kurd nikarin di vî zemanê modern de li xwe û ziman û çanda xwe xwedî derkevin, xwe ji nû ve ava bikin û di nava civakên modern de cih bigirin.

Dewletên ku îroj kurd bi wan ve girêdayî ne, “perwerdehî”yê wek wasiteyeke sereke bi kar anîye da ku kurdan bi sîstema xwe ve girê bidin û wan entegreyî nasnameya xwe bikin. Baş tê zanîn ku ev entegrasyona bi riya perwerdiyê tê kirin îroj jî sileheke mezin a asîmilasyonê ye û li ber deriyê kurdan e. Bi hezaran mekteb, li her bajarê kurdan zanîngeheke dewletê ji bo wî qasî wezifeya xwe berdewam dike.

 

ku1

Li serê sedsalê, “perwerdehî” ji bo pirsgirêka dîrokî her çiqas wek çareseriyekê hatibe dîtin jî ew pirsgirêkan çareser nekiriye û bi xwe jî bûye perçeyeke vê “pirsgirêka mezin”.

Li vir pirsek çêdibe. Gelo nêrînên li ser perwerdehiyê -yên ku wê ji bo înşakirina  civakeke modern wek faktoreke dîrokî dibîne- çewt derketin yan di sepandina wê ya li ser kurdan de xeletî çêbûne? İroj rêjeya xwendin û nivîsandinê di nava kurdan de gelekî zêde ye lê wekî neteweyekê avakirina nasname û civakekê zehmet e.

Koma Bedlîsê ya Xebatên Akademîk û Ramanî, li ser pirsgirêka perwerdehiyê disekine û wê wekî pêdiviyekê dibîne. Ji ber wê, mijara sempozyûma sêyemîn wekî “Ziman, Perwerdehî û Zanîngeh li Bajarên Kurdan” diyar kir û girêdayî vê pirsgirêkê, mijarên wekî ziman, pirsgirêka perwerdehiya kurdî, saziyên perwerdehiyê,  pirsgirêka nebûna xweseriya zanîngehan ji akademîsyenan re ji bo pirsan û nîqaşan vedike.

 

ku2

Li ser van mijaran, kesên ku bixwazin çend gotinan bêjin û nêrînen xwe pêşkêş bikin vexwendiya/ê vê forûma mezin a Bedlîsê ne.

Kesên ku dixwazin beşdarî sempozyûmê bibin, divê sernavê mijara xwe tevî kurteya xwe ve heta 30 Tîrmeh/Temûz 2016an bişînin li ser adresa bitlisname@gmail.com ê.

Teblîxên ku ji aliyê Lijneya Akademîk ve hatine pejirandin wê 5 Tebax 2016an were diyarkirinê.

 

Şertên Serlêdanê:

  1. Divê kurteya we di navabera 250-500 peyvan de be.
  1. Kesên ku serî lê didin divê nav, paşnav, pîşe, sazî û unvana xwe ya akademîk, adres û e-maîla xwe tevî kurteya xwe bi riya e-maîlê bişînin. 

 

Teqwîma Sêyemîn Sempozyûma Navneteweyî ya Bedlîsê:

 

Ji bo şandina kurteyan roja dawî:    30 Tîrmeh 2016

Encama nirxandina kurteyan:            5 Tebax

Dîroka Sempozyûmê:                  26-27-28 Tebax Bedlîs

 

NİŞE: Di derheqê sempozyûmê de çi agahiyên nû hebe em ê li ser malpera Billisname.comê biweşînin.

 

Çend Mijarên Serene ji bo Sempozyûme: 

 

 

  • Perwerdehî

 

Perwerdehî û Civak

Hêza Perwerdehiyê a ku civakê ji nû ve ava dike

Perwerdehî û Pêşveçûna mirovî 

Kurd û Perwerdehî

Sîstema Perwerdehiyê li Tirkiyeyê û Pratîkên wê di nava kurdan de

Perwerdehiya ji bo asîmîlasyonê

Di nava programa perwerdehîyê de şêwaza fêrkirina Dîrok, Welat, Netewe û Nasnameyê 

Pratîkên cûda yên Perwerdehiya kurdan

Rewşa Zanîngehan û Perwerdehî li Başûrê Kurdistanê, İmkanên Hevbandorî

Pirsgirêkên Perwerdehiyê li Rojavayê Kurdistanê

Pirsgirêka Ziman û Perwerdehiya Zarokên koçber ên kurd

 

  • Ziman

 

Perwerdehiya bi zimanê dayikê û geşedana takekesî 

Mafê Perwerdehiya bi zimanê dayikê

Asîmilasyon/ Bişaftin û Nasnameya kurd a ku li Tirkiyayê tê çêkirin

“Pirsgirêka kurd” wekî Pirsgirêka Ziman û Perwerdehiyê 

Dersên Taybet yen Kurdî

Rewşa Dersên Bijarte li dibistanan

Dersên Kurdî li Ewropayê, Mînaka Swêd

Ziman, Perwerdehî û Pirsgirêka Nasnameya Netewî

 

  • Zanîngeh

 

Zanîngeh û Civak

Bandora Zanîngehan li ser jiyana bajêr     

Rola Medreseyan di dîrokê de

Medreseya İhlasiyeyê

Mektebên Eşîran

Mektebên nû, Perwerdehî û Asîmilasyon

Rewşa Mektebên herêmî yên leylî (Mektebên YİBO’yê ) û encama Perwerdehiya wan

Fikra Zanîngeheke nû ya Seîdê Kurd

Rewşa Zanîngehan li bajarê kurdan

Siyaseta kurdan û Perwerdehî, Pirsgirêka Zanîngehan û Ziman

Kreşên Zarokan bi zimanê kurdî, İmkanên dibistanan bi kurdî

Wekî îmkan û pêdiviyeke civakî Zanîngeheke kurd û girîngiya wê 

Bitlisname.com

Derbar ziman

Check Also

Weşanxaneyên kurdan ji bo Newrozê kampanyaya erzaniyê

Newroz hat û pêre jî kampanyaya ji bo pirtûkan dest pê kir. Gelek weşanxaneyên kurdan …

Leave a Reply