Şeş xalên ku meriv pê bextewar dibe

Şeş xalên ku meriv pê bextewar dibe

1. Divê îmana meriva rast û durust be û di îmana mirovan da kêmasî tunebe. Dema meriva xeta û şaşîtiyekî kir jî, zûtîrîn wextê de jê poşman bibe û ji şaşiyên xwe vegere.

2. Çavên meriva li destê xelkê nebe û nefsa xwe bi kesên din ra miqayese neke. Nebêje; çima filankes xwediyê şan û şoretêye û ez ji wan kêmtir im. Di nav xwe da li hevkiribe ne ku ji nefsa xwe ne razîbe.

3. Meriv bi sermiyanê xwe razî be û qene´eta xwe bi mal û milkên xwe bîne. Li pey zengînî û maldariya xelkê negirî û hewesiya xwe pê neyne. Çi li ba meriva hebe, divê meriv bizanibe ku Xwedê ew kiriye para meriva.

4. Têkiliyên mirovan bi xelkê re pirr baş be. Kes zêde tiştan ji meriva naxwaze, rûyê meriva bi ken û beşera meriva xweş be, gotinên qenc û xweş ji xelkê ra bibêje û devê xwe ji gotin û xeberdanên pîs û gemar dûr bixe. Her wiha teve li şîn û şahîyên cîranên xwe bibe

5. Divê ruhê meriva tim germ be. Yanê gava te bi mirovan ra xeberda, bidilgermî, birihm û bişefqet bi wan ra xeberde. Di ser pozê xwe ra li wan ne nêre û rûyê xwe ji wan ne guherîne. Li nava çavên wan binêre û bi beşerkî xweş bi wan ra bide û bistîne.

6. Divê jiyana meriva li ser hîmekî meşrû hatibe avakirin. Kesayetiye xwe li ser hîm û esasên qenc û baş avakiribe û mirov karibe jê ra rêz û hurmetê bigire.

Ev her şeş xalên hanê di kê da hebin, wî jiyana xwe li ser hîmê bextewarî, xêr û xweşiyê daniye.

Fewzullah Yalçin

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply