Şahnema Şehîdan (Helbest)

Dilo jaro biçakî

Here mêrên welatê me tu rakî

Bibêje ey Şehîdê dîn û milet,

Bese rabin serê roja me derket.

Beg û axan ji we îro dixwazin,

Bese rabin weke mêran nerazên

 

Dilo ji Xalid Beg re bibêje,

Bi serbestî tu yek nutqê birêje,

Bibêje Xalido rabe direnge

Hemî Kurdan bi hev re daye denge.

 

Ji wê rabe here bêje Fuad beg

Ji Kurdan re tu rêzanî tu bê şek.

Qelem pê de îro dikî tu rabe,

Xewa şirîn ji bo we pir ezab e.

 

Divî wextî kesî wek te nezaye,

Belê çipkim îro ji min cudaye,

 

Dilo bêje  Kemal  Fewzî  tu  kanî,

Tu dilxweş be bi wan rojên ciwanî

Dizanim ku di wê wextê tu rabî,

Welatê me ji xwîn xwaran cudabî.

Dilo  Yusif   Zîya  rake  ji gorê,

Bila kuştî temamî  bêne  dorê,

 

Ji bo Kurdan bikin ceht û xebate;

Hela rabin sibe Eyda Welat e.

 

Riza rabe  cihan  bûye serefraz,

Di dinya de tenha mane belengaz,

Binhêrin hûn cihê textê Şerefxan,

Xirab bûye ji destê lawê Turan.

 

 

Hela Salih begê Hênê heleste, Welatê me li ser te jar û meste,

Bi destê xwe tu bigre şurê Kurdan,

 

Bi dev bêje ji bona  razî quran.

 

Dilo  rabe  bibêje  Hecî  Exte

Bila rabe xwidanê text û bexte,

Kurên te tev dikine qîr û hewar,

Ji Kurdan re hemî bûne fedakar.

 

 

Ji cih rabe,ji cih rabe Hecî beg

Li şîn bozan dixwînin hecî leyleg,

Welatê me xela rabû li şêran,

Niha seyde j ibo kundê şikêra.

 

Were Xeyrî begê rabe ji Dêrsîm,

Ji te halê Welatê  xwe bipirsim,

 

Ew maden û  bax û  rezana,

Gelo raste  ketye destê nezana.

 

 

Bese razê rabe ey efen dî,

Bixwîne tu zimanê zar û zendî,

Binhere tu li vê cehd û xebatê,

Li roj ava  heyanê  roj   hilat ê

 

 

Ji Hîzanê rabe serxwe tu Birhan,

Tu Birhanî jibo doza me Kurdan.

Bi navê te bikin cehd û xebate,

Netîca me  belê  tola welate.

 

 

Were rabe Mielim tu ji  Pîran,

Ne pîranî belê  pirê ji derdan,

Gelek care ji ber derdên kurên xwe,

Xirabkir xan manê hundirên xwe.

 

 

Teyîb Elî werin carek şîyar bin,

Qelem bigrin li şîn bozan siwarbin,

Belê zanim ku em pêk ve bibin yek,

Emê gogê berê xelkê bibin şek.

 

 

Were rabe Silêman lawê Ehmed

Welatê te hemu Zozan û Serhed,

Bese rabe jibo te hatî ferzend,

Belê Ferzendekî Ristem hunermend.

 

Were rabe Efid beg wek egîtan, L

i meydana bidin xar û cirîtan,

Eşîra Heyderan û hem Celalî,

Ji meydana kemalî mane xalî.

 

 

Bibêje Yusufo rabe direnge,

Li her alî binhêre qal û cenge,

Welatê te hemu bax û bihişte,

Delalê min tu rabe wexta geşte,

 

 

Dilo Xalid  Begê  yusuf bibîne,

Ji xew rake Kerem beg pê re bîne,

Bi bêje ey hunermend û serefraz

Jibo te hazir  bûyedilxwaz,

 

Bi bêje ey Şêx Seîdê minawer,

Bese rabe tu îro pir dilawer,

Zemanê te nîne vê çax tu razê,

Bi serbestî tu heqê me bixwaze.

 

 

Belê îro  zemanê top  û şure

Ezîzê min mecata me ne dure,

 

Tu Şêx Evdilqadir Şêxê di Nehrî,

Di alem de tu meşhurî bi fexrê,

Keremke rabe serxwe tu serwer

Jibo Kurdan tu rêzan û tu rêber.

 

Tu Şemsedînî roja  dîn û milet,

Li Qamîşlo tu rabe pir bi humet

Belê zanim ku qehra te çi doje,

Were cergê neyaran pê bisoje.

 

 

Were Şêx Ebdilahê Melekanî

Şehîdî tu di nava  Melekanî;

Li Zozana binhêre tu lixwinê,

Li canê wan tu nabînî birînê.

 

 

Were Şêxê me tu Eyubê di simaq,

Binhêre tu li ozanê Qerecdax,

Hemî gund û hemî kanî, hemî war,

Xirab bûne ji destê zulma neyar,

 

Werin rabin gelî şeyxê di çalê,

Binhêrin hun li vê axir zemanê,

Felek bêbexte lewre xoz û xware,

Heya îro bi Kurdan re neyare.

 

Were Şêx Ebdilahê nazikê zu,

Binhêre li me yek carekî zu,

Welatê me weke aşê neyaran,

Serê Kurdan dihêrin her bi baran.

 

Were  Şêx  Şerîfê  sahibê dîn,

Ji Kurdan re zanim îro tu dur bû,

Tu bawerke hunê carek bibînin

Emê tola we  rojekî hilînin,

 

Dilo jaro here nig Ebdirehman,

Ewe Şêx û şehîdê dîn û îman,

Tu geh bigrî tu geh pê re binale,

Belê Şêxê te pir qenc û delale.

 

 

Hezar hêsir bi yek çavî birêje,

Edeb bigre li ber wî jê re bêje,

Gelê Kured jibo te pesnedare,

Hezar rihmet li tirba te bibare.

 

 

Ji tîpê rabe serxwe tu Seyda,

Rihê Şîrin ji bo Kurdan te keyda,

Cewa sebra te tê îro li gorê,

Birayê te hemu ketine zorê.

 

Were Batyan Temir axa delalo,

Li halê me binhêre ey tu Xalo,

 

Ji bo we pir fehîd û eyb û şerme,

Kurê Cengîz bi carek têne ser me.

 

Binhêre tu  welatê  jêr û jorîn

Hemu kurdin kurên Behremê çopîn.

 

Tîmur Axa ji hîzolê tu rabe,

Binhêre tu li halê me xirabe.

Belê îro hinek yare  jibo  me,

Lê em çibkin ku êvare jibo me.

 

Were Yusiv Ezîz begê ji gorê, B

idêre  ku hewarek tê  ji jorê,

Herçî kurdin wekî Ristem kurê Zal,

Welê çibkim nehim mal û nehim hal.

 

Were rabe Seyfulahê  Hênî,

Dê tu halê welatê xwe bibînî.

Welatê te ketî destê neyaran,

Herçî Kurdin li ser şax û dîyaran.

 

Dilo jaro bi  Yado  re   xeberde,

Bila rabe mecala qewmê kurde,

Were carek li kurdan em binhêrin,

Hemî xurt û  piling û Şer û mêrin.

 

 

Were rabe ji nav Botan tu Gurgî,

Tu dilxweş be ji bote hate mîzgîn,

Birayên te şîyar bûne  bi carek,

Di nav wan de nemaye qet neyarek.

 

Erê Sebrî kurê faro tu kanî

Gelo dîsa li şer sax û çîyanî,

Belê zanim di goran de dinalî,

Tik û tenha jar  û bê hevalî.

 

Ji Erxen rabe serxwe pir bi Şewqî;

Ji kurdan re tu dil xweş be bi zewqî,

Binhêre li  welatê me dîyarin,

Hemî kurdin di ser wan re firarin.

 

 

Ji nav qewman tu rabe Mihemed,

Hemi Kurdin ji nik tu bi Serhed,

Wekî te ew hemu Şêr û pilingin,

Bi yek carek bi qîr û qal û cenge.

 

Heso Têlî Birahîm beg tu rabe,

Li zoznê Araratê peyabe

Bijî dîsa bijî dîsa Birahîm,

Ji kurdan re tuyî dîsa Birahim.

 

 

Dilo bêje Elîcan û Seyidxan.

Şehidin hun belê jibo me kurdan,

Em dizanin cihê we pir bilinde,

Bese rabin xewa şirîn nerinde.

 

 

Ji Tefiq û hevalên wî re bêje,

Herçî kurdin wekî we xwîn dirêje,

Bi qurbana webin sed şax û keyxu

Di gel mal û eyal û zarên xwe

 

 

Dilo bes bes xilasnabin evbaran,

Hezar rihmet li zozanê Ararat,

Tê de hene şehîd û şêx û gazî,

Ne wek şêx û şehîdanê mecazî.

 

 

Belê sondê dixwim carek bi Laleş,

Bi  Zerdeşt u bi hîv û  roj û ateş

Bi ehremen bi hormizgahu yezdan,

Şîyar bûne belengazên me kurdan.

 

Tiving çûye niha dor hatî xame

Xewa Şirîn li çavên me herame

Binhêrin hun li zozan û dîyaran,

Hemî xwînin ji ber zilma neyaran.

 

Gotin /Mele- Sêmus ê/Hêsarî-

Nivîs, Feyzî – Mîrhesen/ Parîs

 

Derbar ziman

Check Also

Peyvên Tiryakî – 4 – Cenap Şehabettîn

Her tişt nê firotan, lê her tişt tê kirîn. Bes ku tu bihayê wî tiştî …

Leave a Reply