Ayeta Rojê
حَسْبُنَا اللّٰهُ وَنِعْمَ الْوَكٖيلُ
…Xwedê her besî me ye, ew çi xweş wekîl e.
Hedîsa Rojê
“Halê muminî ecêb e. Halê wî hemû jê re baş û xêr e. Bes ew halê wiha ji bawermend pêve ji kesekî re tunîne. Çunkî eger kêfxweş bibe li ser nîmetekî û şikur bike jê re xêr e û eger bela û tengîyek lê peyda bû û sebir kir dîsa ji bo wî xêr e.”
Gotina Rojê
Bizanin çara me ev e ku: Em sê şûrê elmas bi dest xwe bigrîn. Ta ku em her sê cewherê xwe ji dest xwe nekîn û her sê dijminê xwe ser xwe rakîn.
- Û şûrê ewil: Mearîf û xwendin e.
- Ê duduyan: Îttifaq û muhebbeta millî ye.
- Ê sisîyan: Însanê bi nefsa xwe şuxla xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelkê hêvî neke û pişta xwe nedetê.
Duaya Rojê
Parçeyek ji duaya îmamê kabeyê Elî Ahmed el Acemî
Ya Rebbî!
Ummetê ji xewa xefletê hişyar bike
Wan ji xewa mirinê rabike
Xwedayê min! Serok û lîderê wan islah bike
Xwedayê min! Destê wan li ser heqîyê bigre
Tirsa xwe têxe dilê wan
Ji dilê wan tirsa kafiran derîne
Îman û bawerîyê têxe dilê wan
Xwedayê min! Karê wan islah bike
Xwedayê min! Wan bi Îslamê mezin bike
Û Îslamê bi wan bide mezinkirin
Xwedayê min! Cîhadê bi wan dewlemend bike