Ayeta Rojê
كُلُّ نَفْسٍ ذَٓائِقَةُ الْمَوْتِۜ وَنَبْلُوكُمْ بِالشَّرِّ وَالْخَيْرِ فِتْنَةًۜ وَاِلَيْنَا تُرْجَعُونَ
“Her zindî dê mirinê tehm bike û em ê we bi şer û xêrê îmtîhan bikin û hûn ê
dawî her li me bêne vegerandin.”
(Enbîya, 35)
Hedîsa Rojê
“ Her qencî sedeqe ye.”
(Bûxarî, Edeb, 10/374)
Duaya Rojê
Ey Xwedayê min ê ku erd û asîman afirandiye, Ew her tiştî veşartî û vekirî dizane, xwedanê mal û siltanet û hemû mexlûqan î.
Gotina Rojê
Î’lem eyyuhel ezîz!
Neyartî û dijminatiya kafiran a ji Musliman û ehlê Quranê re, ji îcab û îktizaya kufrê ye. Lewra îman, dijê kufrê ye. Her wuha Quranê, hemû kafir û bav û kalên wan, aba û ecdadê wan, mehkûmê îdama ebedî kirine.
Lewra, ew muhabbeta li kafirên ku îmkana ulfet û muhebbeta wan a bi muslimanan re tune, badilhewa diçe. Muhebbet û hezkirina wan, bêfeyde ye. Meriv rastî muhebbeta wan, nayê. Bextê wan tune. Tenê lazim e ku meriv bêje
حَسْبُنَا اللّٰهُ وَنِعْمَ الْوَكِيلُ
û dexaletê Xwedê Teala bike.
(Bedîûzzeman Seîdê Nursî)