Rojîname -12

Ayeta Rojê

قَالُوا يَا وَيْلَنَٓا اِنَّا كُنَّا ظَالِم۪ينَ

(Wan) Gotin: Wax li ya ku hatiye serê me! Bi rastî em, mirovne sitemkar bûne 
(Enbiya: 14)

Hedîsa Rojê

“Misilman birayê misilman e. Xiyanetê li wî nake. Derewan nake û alîkarîyê naterikîne. Ji her misilmanî re erz, xwîn û malê misilmanê din heram e. Teqwa li vir e. Ji bo keseki  xerabî, birayê xwe yê misilman kêm û nizim bibîne bes e.”
(Tirmizî, Birr 18)

Gotina Rojê

Îlem eyyuhel ezîz!

Hinek merivên ku çavê wan perde hatine ser, heşr û neşrên xusûsî yên bêhed ku li ber çavan diqewimin, digel ku bi çavên xwe yên kor, dibînin; qiyameta mezin û heşra umûmî, çawa xerîb dibînin? Gelo merivê ku her sal, piştî ku heşr û neşrên fêkiyên darên ku kulîlk vedikin û fêkî didin, dibîne; heşra umûmî, dûrî aqilan bibîne, qet bîna wî teng nabe? 

Bedîuzzeman Saîdê Kurdî


Diaya Rojê

Ey Rebbê me!

Te em şikir kirin ji ber xêra rojiyê ya ku te di vê meha pîroz a Remezanê de daye me. Duayên me qebûl bike, gunehên me bibexşîne û dilê me paqij bike. Me bîne jiyaneke tijî evîna xwe. Di vê mehê de sebir, tehemmul û rehmê bide me. Selametê bide me, li dinya û axretê bihiştê bide me. 

Amîn

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply