Rojîname – 11

Ayeta Rojê

إِن تُبْدُواْ الصَّدَقَاتِ فَنِعِمَّا هِيَ وَإِن تُخْفُوهَا وَتُؤْتُوهَا الْفُقَرَاء فَهُوَ خَيْرٌ لُّكُمْ وَيُكَفِّرُ عَنكُم مِّن سَيِّئَاتِكُمْ وَاللّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ خَبِيرٌ

Eger hûn sedeqeyên xwe eşkere bidin, ew çiqas rind e û eger hûn veşêrin û bi
dizî bidin xizanan, ew ji we re hîn çêtir e. (Bi vî karê rind) Xweda dê gunehên
we bibexşîne û Xwedê ji karên ku hûn dikin agahdar e.

Beqere- 271

Hedîsa Rojê

Bi rûyekî biken be jî, tu qencîyê ji birayê xwe yê dîn re kêm nebîne.

(Muslîm, 2626)

Gotina Rojê

Î’lem eyyuhel ezîz! 

Hinek insanê ku bi eşq û evîn, muptelayê heyata evê dunyayê bûne, wusa zen dikin ku armanc û xayeya çêbûna evê heyatê, tenê xizmet û dewama ewê heyatê ye û faîdeyeke wê ya din tune ye. Yanî, wer dizanin ku ew hemû cîhazên balkêş û teçhîzatê xarîqe yên ku Fatirê Hekîm di jîndar û cewherê însan de, bi emanetî daniye, tenê ji bona hifz û beqa evê heyata ku wek bayê bezê, diçe zewal û nemanê, hatine dayînê. 

Bedîuzzeman Saîdê Kurdî

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply