Rêşaşî – Emre MÛHARGÎNÎ

Mislimanî û cihûtî û isewîtî û zerdeştî

Çi ol hebin çi ê asîmanî û çi jî evê dî

Ferman a wan wihaye bidirêj û kurtî

Dibên ava bikin li dine xweşahî û aştî

 

Hemû ol dibên mirovên li ser ev cîhan

Rêwîne ji bo demekî ewin li vir mêvan

Bijîn bi aramî û bi kêfxweşî û bi dilgeşî

Rakin ji ser dine kedxwarîtî û ev talan

 

Çi hebin mirovên bêkes û jar û perişan

Wan têr bikin, bidine têrî wan av û nan

Kîn û hesûdî û dexesî û pîsîtî û nebaşîyê

Tevî mirov bi hevre ji kokê hel bikin van

 

Lê bawermendê bawerhişk û kokdar

Di bin bandora olê da dibin gurê har

Sînor ê sincî û dînî li gor xwe datînin

Di şûn Xwedayê aleme de digirin biryar

 

Olê ji bo berjewendîyê xwe tînin bi kar

Mirov li ber wan dibin pêxwas û stûxwar

Dibên dev ji mal û milk û zêr û zîv berdin

Di binda jî heqîbê xwe tijî dikin û dikin par

 

Hin kesa daye du xexam û pîr û keşe û şêxan

Qaşo xwe dûr dikin ji guneh û vir û derewan

Difikirin bi tene xwe û civak a xwe ya olî

Bi bîr nayînin mirovên birçî û belengaz û xîzan

 

Ê ku fikr û raman û ramînên wan bin cuda

Em wan heramonî dikin ji yekî heta seda

Vê dinê ji wan re dikin cehenem û dojeh

Abadîniyê de mê bibinin dojeh a Xweda

 

Xweda ne Xwedayê yek û didu kesiye

Xwedayê kaînat û gerdûn û hemûkesiye

Her ol û oldar bi awayek xwe digihînê

Ê giring dilpakî û hezkirin û xweşbîniye

EMRE MÛHARGÎNÎ

AMED/  10 Gulan 2015   

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply