I.
ew ne bi te re bûn
gelê min.
wan digot: ew
wî digot: ez…
ew ne bi te re bûn
ne bi şîna te re
ne jî bi şahiya te re
tenê,
ew bi xwe re bûn.
II.
dişibiyan hev
ê digot ew
û yê digot ez
ger pêwîst ba
bi navê te;
lê bi naveroka xwe
bi te re bûn.
mixabin
ji dilê te neketibûn
û ne bi te re bûn
ji lew tu bindest bû.
ew jî…
III.
war û welat
dişewitî
mirovahî dişewitî.
dilewitî…
lê ew
li dij hev
ji bo xwe bûn.
ew ne bi te re bûn
gelê min.
tenê bi xwe re
ji bo xwe bûn.
Necat zivingî
2015