Yekşem , 16 Gulan 2021

Reng û Tenduristiya Ruh

Li gora pisporan lê kolaye û derxistiye holê, rengê rûh û hisiyeta merivan jî heye. pispor û zanyarên pisîkolojî  û tenduristiya  merivan, derxistiye holê ku kesên sexlem û zînde renge germ û zînde hildibijêrin û kesên k udi bohranê de ne rengên  sar û çilmisî hildibjêrin.

Li gora ku rojnameya Îtalî ya repubblîka radigihîne, zanyarên zanîngeha manchesterêlêkolînek li ser 105 kesên saxlem û 108 kesên k udi depresyon û bohranê de ne kirine. Tabloya rengan danîne ber wan û  ji wan hatiye  xwestin ku ji “rengên sor, pirteqalî, şîn, şîrikî, mor, qehweyî, reş, spî, û arî” rengên lig ora ruhiyeta xwe hilbijêrin. Di encamê de  eşkere bûye ku kesên saxlem bi zêdeyî rengên zere û kesên di deprasyonê de  jî rengên arî û çilmisî hilbijartine.

Di beşe duyem de ji wan kesan hatiye xwestin ku renge ku rengîn pozîtîf(Erênî) û rengên negatif(neyînî) hilbijêrin. Eşkere bûye ku kesên saxlem rengên pozîtîf, germ û zînde hilbijartine û kesên nexweş jî rengên sar û negatif hilbijartine.

( Ev nivîs ji Salnemaya Nûbiharê hatiye vergirtin)

About Çand Name

Avatar

Check Also

Guhên Me Çawa Dibihîze?

Guh organa bihîstinê ye. Bi alîkariya wî em dikarin dengê dora xwe bibihîzin. Guh ji …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.