Ramanên taştê yên praktîkî û dilber

Ji bo taştê, xwarina herî girîng a rojê, şîretên pratîkî çawa ne?

Selete

Hûn dikarin bi pir xwarinên ku hûn ji bo taştê dixwin seleteyek hêsan ji xwe re amade bikin. Sebzeyên wek firingî, xiyar, bextenûz, xasê hûrbikin. Penîrê spî yê ku we qut kiriye lê zêde bikin. Rûnê zeytûnê û çêjên xwe ji bîr nekin. Wekî din, kîmyona reş, ku ji bo tenduristiyê pir bikêr e, dê vê taştêya pratîkî pir xweş bike.

Xas

 

Smoothie Bowl

Amadekirina bowlê jî pir hêsan e, ku bi xuyangiya xwe ya rengîn îştahê jî vedike. Çend kevçî mast û hingivîn tevlihev bikin. Hinek fêkiyên ku dilî we dixwaze xwe lê zêde bikin. Bi lez wê di nav blenderê de bihinciqînin. Ji bo xemilandina wê hûn dikarin hin fêkî û tovên cihê bikar bînin. Hûn dikarin hilberên wekî rûnê fistiq, gûzê jî lê zêde bikin.

Avokado Sandwich

Sandiwîçê Avakado

Ji bo sandiwîçekê xurek tenê çend malzeme hewce ne. Ji her cure nanê ku hûn dixwazin pariyekî bixwin. Nîv avokadoyê bi leymûn, rûnê zeytê û xwê li aliyekî tevlihev bikin. Li ser nanê sorkirî belav bikin. Ger hûn bixwazin, hûn dikarin pariyên penîr, jambon an hêkên kelandî bixin ser perçiqandinê avokadoyê.

 

Çavkanî:hurriyet.com

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply