“Qamiş”, “Qamîş”, ” Qamir” ev cureyên gêya li peravê çem û golên avê bi piranî peyda dibe, û bi van her sê navan bi nav û deng e li ba kurda.
Vêca wek mînak, dema çend gol li herêmekê hebin û yek ji wan golan bi wî cureyê geyayê navbûrî(Qamiş..) navdar be, û yek bixwaze hevaline xwe vexwendî seyranekê li kêlek wê golê bike, û ew heval jê bipirsin mebesta te kîjan gol e ? bê gûman wê bersivek ji van be : Ya(1- Qamiş lê 2- Qamîş lê 3- Qamir lê), û bê gûman wê Qamişlo ne di nav bersivan de be.
Her weha wek tê zanîn deverên weha cihê balkişandinê ye bo niştecîbûn û avakirinê, vêca diyar e ku nav Qmişlê ye û ne Qmişlo ye, û bi taybetî herêma rojavayê qamişlê ta roja îro jî vî navê wê yê resen bikartînin .
Lewra di baweriya min de gereke em navê Qamişlê bikar bînin berî nav wenda bibe were guhertin .
Keko Osman
Çandname