PRP çi ye?

PRP dema ji bo rû tê kirin çermê rû nû dibe, dibiriqe, dişide, xur û egzema baştir dibe, qermîçekên biçûk jê diçin, şewata tavê û reşbûn jê diçe, tiştekî îltihabî ê wekî pizikê hebe jê diçe.

Bi taybetî di demên dawî de em peyva PRPyê pir dibihîzin. Ya rastî ne tenê ew, mijar û pêkanînên din ên tendiristiyê ku wekî rojev derketine pêş bala mirov pir dikişînin.

ÇI NE EV?

Mijarên estetîka medîkal û tedaviyên temamker û alîkar in ev tişt û pir tê meraq kirin. Li ser meselê botoks, tijekirin û dagirtina derek rû (lêv, poz, çeng, gep, hinarik, binê çav, qermîçekên biçûk û… hwd.) PRP, Mezoterapî, Mezo-PRP, Mezo-Botoks, Ozon, Glutatyon û Vîtamîna Cyê, Heccam, Proloterapi, Osteopatî, Fîtoterapî û hwd.

Ev pêkanîn bi zanistî û ji aliyê doktorekî ku di van mijaran  perwerdebûyî de bê kirin tiba modern qewîntir dikin û sûd û fêdeya xwe ji bo mirov têra xwe zêde ye. Li ser van mijaran zêde pirs ji min re tên. Ji ber vê jî ji çend nivîsan yekê ez ê li ser van mijaran binivîsim û bi kurdî qala wan bikim. De ka em bi PRPyê dest pê bikin.

PRP; Platelet Rich Plasma. Yanê plazmaya ku ji aliyê Plateletan ve dewlemend, plazmaya ku plateletên wê zêde. Platelet an jî trombosît di nava xwîna sipî de yek ji wan şaneyên sereke ye û di başbûn û tedaviya birînan de, di qusandina xwînê de ciyekî girîng digire. Loma jî ji bo PRPyê enjeksiyona xwîna sipî jî tê gotin. Di PRPyê de xwîn ji mirov tê girtin û piştî santrufujê xwîna sor ku ji aliyê şaneyên xwînê ve dewlemend e li binê dimîne.

Xwîna sipî an jî plazma jî li jor dimîne. PRP ji 1/3 ê jêr ê plazmayê tê girtin ku ew ji aliyê proteîn û faktorên mezinbûnê ve dewlemend e. Bi derziyên taybet û bi karekî êşa wê kêm PRP ji bo por, rû, stû, gerden, pişta dest, ji bo hin nexweşiyên ortopedîk û pir nexweşiyên din tê bikaranîn. PRP ji ber ku ji xwîna mirov bixwe tê çêkirin tiştekî xwezayî ye. Dibetî û ixtimala allergiyê hema hema qet tune ye. Dema enjeksiyonê de jî li gora mezoterapiyê êş pir kêm çêdibe.

Bi çêkirina PRPyê re ji şaneyên fîbroblastan çêkirina elastîn û kollagenê tê hişyarkirin. Ev yek jî dibe sedema nûkirina çerm. Bi kirina PRPyê re sîstema antîenflamatuar jî hişyar dibe û dikeve dewrê. Ev jî enfeksiyon û îltihabê dide kêmkirin. PRP dema ji bo rû tê kirin çermê rû nû dibe, dibiriqe, dişide, xur û egzema baştir dibe, qermîçekên biçûk jê diçin, şewata tavê û reşbûn jê diçe, tiştekî îltihabî ê wekî pizikê hebe jê diçe, çermê mirov ciwan dibe û ciwanî tê parastin. Ji ber vê yekê jî ji PRPyê re Parzaya Ciwaniyê (Gençlik Aşısı) tê gotin. Bi seansan tê kirin, li gora pêşniyara doktor divê seans bi rêk û pêk bên kirin. Piştî seans qediyan jî ji 6-12 mehan carekê ango salê carek- du caran PRP bê kirin pir baş e.

Ji bo por jî PRP tê kirin û encamên baş jê tê stendin. Ji bo porê heyî bê parastin, ji bo weşandina por bê sekinandin, ji bo beriya çandina por, ji bo piştî çandina por PRP tê pêşniyarkirin. Dema ji por re PRP tê kirin tayên por saxlem û qewîn dibin, kêmtir diweşin û weşandin disekine, egzema û kirpik kêmtir dibe,  por pirtir xuya dike, li gora hin weşanan sipîbûna por jî derengtir çêdibe ango sipîbûn tê taloqkirin, her çi qas di hin kesan de porên nû bikaribe derxe jî ev ne zelal e û divê mirov hêviya derketina porên nû ji PRPyê neke. Li gora por û kesan seans diguherin. Doktor li gora mirov pêşniyaran dike û hewce ye mirov li pêşniyaran miqate be. Bi taybetî jî ji bo weşandina por a genetîk PRP encamên pir baş dide. Piştî seans qediyan jî ji 10-12 mehan carekê ango salê kêm zêde carekê PRP bê kirin pir baş e.

Wekîdin jî ji bo nexweşiyên ortopedîk dikare PRP bê kirin. Li ser meselê ji bo movika çokê û ya sermil PRP tê kirin. Bi saya ku proteîn û faktorên mezinbûnê dihewîne PRP di movikan de mekanîzmaya nûkirin û çêkirinê hişyar dike û encamên xweş derdixe holê. PRP wekîdin ji bo pir tiştên din jî wekî tedaviyek alîkar û temamker tê kirin lê ji bo zelaliya mijarê ez dibêjim ew qas bes e. Min bi giştî xwest di derbarê PRPyê de çarçoveyekê diyar bikim. Ez bawer im wê ev agahî û zanîn kêrî mirovan bê

Dr. Eser Çetin-Gazete Duvar

Derbar ziman

Check Also

Xwe Ji Depresyona Zivistanê Biparêzin

Ji bo ku meriv nekeve bin bandora depresyona zivistanê divê zêde zêde derkeve ber tavê. …

Leave a Reply