Pirtûka “Serê Bajarekî Çîrokek” Derket

Pirtûka nivîskar Rojbîn Ozkan ya nû bi navê “Serê Bajarekî Çîrokek” ji weşanxaneya Loryayê derket.

Rojbîn Ozkan ji bo ku, çand û dîroka bajarên Bakûrê Kurdistanê bi zarokên Kurdan bide naskirin ev pîrtûk nivisandiye. Beriya niha jî, bi navê Zarokên Heskifê û Stêrkên Behiştê  2 pirtûkê Ozkanê hatine weşandin.  Lê ev pirtûk bi taybetî ji bo zarokan nivisandiye.

Nivîskar Ozkanê girîngiya perwerdehiya zimanê zikmakî  tîne  ziman û dibêje: “Mixabin zarokên Kurdan her roj, zêdetir ji çand û dîroka xwe, ji zimanê xwe dûr dikevin. Seba ku perwerdehiya zimanê Kurdî nabînin, nifşa nû êdî bi bapîr û dapîrên xwe re nikarin bi Kurdî biaxifin. Bi van çîrokan em dixwazin ku zarokên Kurd bila bi kurdî bixwînin û hinê Kurdî bibin. Xwendina kurdî û heskirina ji zimanê kurdî zêde be. Ji hêla din ve wê çand û dîroka 10 bajarên Bakûrê Kurdîstanê nas bikin.”

Ji bo ku zarok dikaribin bi şiklek zelal pirtûkê fêm bikin, Ozkanê lêkolîn li ser perwerdehiya zarokan kiriye û bi pedegogan re şewiriye, her wiha ji wan jî alîkarî girtiye.

Di pirtûka “Serê Bajarekî Çîrokek” de, zarokek koçer, di dema koçkirinê de, rêya wî bi bajarê Amed, Bitlis, Colemerg, Dersim, Elih, Mêrdin, Muş, Riha, Şirnax û Wanê  dikeve û bi zimanek zelal qala çand û dîroka van bajaran dike.

Her çiqas pirtûk ji bo zarokan hatibe nivisandin jî, em bawarin mezin jî wê bi kêfxewşî vê pirtûkê bixwînin û ji destê xwe bernedin. Pirtûk dê we bixe nav xewn û xeyalan, wê we bibe çiya û baniyên Kurdistanê. Car car hûnê xwe li Colemergê di nav sermaya zivistanê de bibînin, car car hûnê kela kela havînê ya rihayê bijîn. Car car jî di mehên bahara rengîn de,  hûnê xwe di nav gul û gilîstanên Kurdistanê de bibinin.

Her wiha jiyana koçeran jî bi şiklekî berfireh mîrov dikare di pirtûkê de bixwîne.

Derbar Rêvebir

Check Also

Çend Lêkolînên Ser Zanistê

Bi zimanê Kurdî pirtûkekê kurt û bisûd em didine pêşberî we. Hevalê ezîz kanin daxînin …

Leave a Reply