Pîrbûn û Ciwanîbûn

A -DANASÎN : Qurmiçîn; dîyarbûna xezên çermê mirov e. Qurmiçîn rêbazêk, xwezayî ya pîrbûn/kalbûn ye. Qurmiçîn zêdetirin di çermê rû stû dest û enîyê de pêk tê. Ev cî, cî ên ku zêdetir bar tawe/roje dimîni n e.
Her çiqas tiştê ku şikla, bînyada çermê mirov tayîn dike genetîk be jî, yên çerm spî de, ber tave mayîn, sedema qurmiçîna sereke ye. Sedemên qurmiçînê, yên din, cixarekêşîn û qirejîya hawîrdore ye.
Heke hun qurmîçokên xwe gilîdarin, li gorî bere, re û rêbazên rekûpêkirine qurmîçokan hene. Ew re û rêbazên rekûpêkkirine; bi dermanan, bi teknîkên çerm-nûkirine, bi madeyên tijîker(filler/dolgu) û bi alîkarîyê neştergerîye rekûpêkkirin ne.

B – DÎYARDEYÊN QURMIÇÎNE Û VENÊRÎN: Qurmîçok, xezên çermê mirovên, hinek kûr hinek jî serva/rûva ne. Piranî qurmîçokên derdorê çavan ê serva ne, û ne kûrin, ên derdorê dev û stû jî piranî kûr in. Dema venêrîne bijîşk ê li gorî kûrahîya qûrmîçokên we alternatîfên dermankirine raberî we bike.

C -SEDEMÊN/PÊKÊN QÛRMIÇÎNE
Sedemên qurmiçîne ne tene yek e. Qurmiçîn prosesêk/rêbazik piralî yê. Mirov dikare hinek sedemên qurmiçîne asteng bike lêbele hinekan jî na.

1-SAL; Dema meriv mezintir dibe çermê meriv jî naziktir dibe û elastîkîyêta/nermitîya xwe wenda dike. Sal diborin hilbêrîna dûhnê çermê mirov kêmtir dibe. Ji ber kêmdûhnê, çermê mirov ziwatir dibe. Çermê zîwa xuyabûna, qurmîçokan zêdetir dîyar dike. Dem dibore, meriv mezin dibe; bezê binêçerm jî hedî hedî dihelê û çermî desteka xwe winda dike. Ji ber kêmbûna bezê binêçerm çerm bi ber berjêr ve cî diguhere. Ji ber van sedeman qurmîçok zêde xuya dibin, berbiçav dibin.

2 -TÎRÊJÊN TAVE/ROJE
Radyasyona Ultravîyole(UV) ya kû bi tîrêjên tave digihêje çermê mirov prosesa/rêbaze kal/pîr bûne bileztir û bihêztir dike. Bandora UV bi taybetî ser tebaqayên binêçerm e.Tebeqeya binêçerm de kollejên û fîbrîlên elastîk hene. Kollejên û fîbrîlên elastîk şiklê didin çerm û îskeleta çerm ava dikin. UV ê him zirarê dide hilbêrîna kollejên û fîbrîlên elastîk him jî ewan dihelîne. Bi helîna kollejen û fîbrîlên elastîk çerm jî şiklê, xweşxuyabûna xwe hedî hedî winda dike.

3-CIXAREKÊŞÎN Cixarekêşîn xwîna ku tê çerm kêmtir dike û nehêle çerm pêdivîyên xwe vîtamîn, mînarel ji xwîne bigre. Ji serda jî, tamîrkirina çerm dereng dikevê.

4-ZÊDE DUBAREKIRINA/CARKIRINA TEVGERÊN RÛYÊ MIROV
Zêde dubarekirina bişêrîne, kenîne, awirtûjîyê qurmîçokan zêdetir dike. Dem dibore meriv mezintir dibe, çerm û musilkên rûyê mirov jî elastîyeta/nermitîya xwe hedî hedî winda dikin. Bi kêmbûna nermitîya çerm û musilkên, hevsengîya tevgerên rûyê mirov kêmtir dibe û xuyabûna qurmîçokan zêdetir dibe.

D -DERMANKIRINA QURMÎÇOKAN

D1-BI DERMANAN

Derman taybetî ji bo astengkirina an derengxistina qurmiçîne tên karanîn.
1-RETÎNOÎD: Retînoîd; cureyêk ji dermanên Vîtamîna A yê jê tên darijtinin e. Pêwîste ku meriv kremên retînoîd domdirêj (bi mehan) kar bîne û siûd wergire. Retînoîd, ji bo astengkirina qurmiçîne û qurmiçokên nekûr tên kar anîn. Retînod hesasîya çerm zêdetir dikin. Ji bo ku çerm ji tavê/roje zêde zirarê nebîne, dive ku meriv ro yê, merhemên tave kar bîne.

2- MERHEM/KREM ÊN DERMOKOZMETÎK Va merhem/krem bê reçete tên firotin. Dermatokozmetîk ne dermanin bi hêz in. Di naveroka dermakozmetîkan de vîtamîn û mînarelên ku çerm hewcedarîyê dike hene. Ji bo nermitîya çerm, hevsengîya av û dûhna çerm, dive ku meriv bi aramî dermatokozmetîkan kar bîne. Tê yê zanîn ku bandorên dermatokozmetîkan ne domdirêjin.Dive ku meriv demêk dirêj karbîne.

D2 REKÛPÊKKIRINA BI LÊYZER, NEŞTERGERÎ, MADEYÊN TIJÎKÊR, BOTOKS PÎLÎNG Û DERMABRAZYON E

1-LÊYZER
Di van salên dawî de, ji bo cîwanîbûne gelek re û rêbazên nû hatin kifşkirin e. Ji bo cîwanîbûne, karanîna lêyzere xale werçerxê ye. Ji bo çareserkirina pirsgirekên cîwanîbûne/kozmetîk curbicur lêyzer tên karanîn. Ji bo qurmîçokan lêyzerên ablatîf( ên çerm diqeşirînin) û yên fraksyonel(ên perçe perçe çerm diqeşirîn) tên karanîn. Ev lêyzeran tebaqa ya çerm, ya herî jor/serva diqeşirînin û binêçermî jî zêde germ dikin. Bi saya zêdegermîyê sênteza/hilbêrîna kollejan û fîbrîlên elastîk pir zêde dibe. Zêdebûna kollajên û fîbrîlên elastîk qurmîçokan kêmtir dike, qeşirîna çerm jî çerm ciwantir dike.
2-RADYOFREKANS
Xeynî lêyzere amûrên radyofrekansê jî, wekî lêyzere, ji bo cîwanîbûne tên karanîn. Mekanîzmaya radyofrekanse, bi alîkarîya “pêlên radyoyê” germkirina binêçerm e. Radyofrekans hilbêrîna kollajene û fîbrîlên elastîk zêde dike û ji ber vê yeke çerm xweşiktir, qurmîçok kêmtir xuya dibe.

3 -PÎLÎNG Pîlîng; bi alîkarîya madeyên asîdîk qeşirandina çerm e. Madeyên asîdîk him çerm diqeşirînin him jî hilbêrîna kollajenê zêde dikin. Pîlîng taybetî ji bo çermên bideq(bileke) û kêmqermiçî tê karanîn.

4-DERMABRAZYON Bi alîkarîya firçeyên taybet avayekî mekanîk qeşirandina çerm e. Dermabrazyon berê pir populer bû, edî cî yê dermabrazyonê, lêyzerê girtîye.

5-BOTOKS Botoks bi eslê xwe jêhr e. Ew jêhr edî wekî dermanekî herî popûler tê naskirin. Mekanîzmeya şixulîna botoks e, şehitkirina(ferckirina) mûsilkên ku dibin sedema qurmîçîne ye .Bi alîkarîya botokse qurmîçokên derdorê çavan, ên enîye, ên derdorê dev hole radibin, kêlekên biroyan ten rakirin, awirtujî tê kêmkirin. Bandora botoks 3-8 mehan didome.

6-MADEYÊN TIJÎKÊR. Madeyên tijîkêr ji bo tijîkirina qurmîçokên kûr û çerm qelsbûyî tê bikaranîn. Binyada madeyên tijîkêr hylaranoîk asîde. Hylaranoîk asît jixwe madeyekî laşê mirov e. Hiyloronîk asîd wekî sifinç ave dikişîne ser xwe û hecmê xwe 5-8 caran mezintir dike, qurmîçokan dadigrê û valahîyên binêçerm tijî dike. Bandora madeyên tijîkêr 8-24 mehan didome.

7-MEZOTERAPÎ: Mezoterapî bi alîkarîyê şirinqeyan înjektekirina/zerkkirina vîtamînû mîneralan binêçerm e. Ev vîtamîn û mîneral, hilberîna kollajen û fîbrîlên elastîk zêdetir, qurmîçokan kêmtir çerm jî cîwantir dikin.

8-PRP(PLATELET RICH PROTEIN): PRP Proteînêk ku bi parzinîna xwîna mirov tê destxistin. Ev proteîn(PRP) alî faktorên ku çerm nû dikin va dewlemend e û hilberîna kollajen û fîbrîlên elastîk zêde dike. PRP dermankirinêk nûjen e.

9-NEŞTERGERÎ/CERAHÎ: Bi re û rêbazên neştergerîye ew çermê deliqyayî tê darvakirin cî
yên kort û vala tên serrastkirin. Cî yên kort bi bez/rûn e ku cî yên din de hatiye derxistî tên dagirtin.

10-BI BENIKAN CIWANÎBÛN: Ew rêbaz taybetî ji bo çermê deliqyayî û qurmîçokên kûr tê karanîn. Bi alîkarîyê benikên taybet, çerm cî yên bilind va tê darvakirin. Ew rêbaz nû derketîye û bê neştergerî tê kirin.

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply