Pengûen

Peyva Pengûen bi latînî ji malbata Spnenîccîdaeyê tê, çûkek nafire û li pê disekine. Nigê wan bi perde ye û çûka behrê ye.

Pengûen li Başûrê Cemserê; li qeraxa Zelenda nû, Awustralya, Başûrê Emrîqa, Başûrê Efrîqa û Gelopagosê dijîn. Li cemsera Bakur tunin

Laşa wan di navbera 30- 105 cm in û nêzeka 17 cûreyên wan hene. Yê giren wan 45 kîlo ye. Çi qas ber ve heremên germ diçe bejna wan biçûk dibe.

Pengûenên cemserê Başûr germahiya laşê wan 40 C° ye û heya -40 C° de sermaye de karin bijîn. Di sermaya Antariqayê de ji xwe karin biparêzin. Di sala 2010an de nêzê 36 mîlyon pengûen hatiye tespîtkirin.

Zêdebûna wan: hêlîna xwe li cem hev bi kolonî çê dikin koloniya qirbbûnê/qup digihîje hezaran. Yê hêlîna xwe çê dikin 2-3 hêkan dikin. Pengûenên mê ku dikeve hêlînê yê nêr jî xilikan dîne dide dora hîlênê xwe pê diparzin. Mê û nêr bi dor li ser hêkê disekinin. Di dema qirpê de tu tiştan naxwin. Ku çelik ji hêkê derdikevin dîsa mê û nêr bi dor li çêlika xwe meze dikin. Yek ji wan dere seydê.

Pengûena Împarator û qral hêlînê çê nakin hêkek tenê dike û dixe bin çermê xwe li ser rûdine. Di nava heywanan de tenê pengûen bi hevjînekê re heyeta xwe dewam dike. Ku dema qirbbûnê tê nêr û mê li hev digerin hevdûdibînin tên cem hev ku yek ji wan mirîbe bi yekê din re hêlîna xwe çê dikin.

Pengûenê îpmaratorê yê Antartîqayê rojê nêzê 140 car noqê avê dibin encax ji sedî 10 seyda xwe digrin.

(Ev agahî bi kurtahî ji kovara Bilim ve Teknikê de hatiye girtin û hatiye wergerandin)

Amadekar: Paşa Amedî

Derbar Çand Name

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply