Olîmpîyatên Li Parîsê

Destpêkêde organîzasiyona olîmpîatê bi ewlekeriyek bê qisûr pêkhat û dewleta fransa bi navê miletê firansî careke dina taybetmendiyên dîrokî destnîşan dan ku fransiz mileteke kevnare û ji pir sîsteman re qonaxtiyên dîrokî kiriye.

Organîzasiyona Olîmpiyat ê cara yekemîn di sala 1900 de bi navê olîmpiyata modern a parîsê, di terefê Pierre COUVERTIN avakirdê komîteya navendî rêveberiya olîmpiyatê li fransa bajarê Parisê pêk tê anîn.

Cara dûyemîn dîsa bi organîzasiyona komîteya navendî û bi hevkariya navnetewî 24 sal dûra di 5ê tirmehê 1924 de bi organîzasiyoneke modern li Parisê ji her dewletê nûner û komîte û komên sporê tevlêbûn pêkanîbûn.

Cara sêyemîne dewleta Fransî dîsa qonaxtiya organizasiyona olîmpiyata modern a navnetewî 26ê tirmehê 2024 de li payetextê Firansa bajarê Paris’ê pêkanîn.

Di salvegera sedsalemîn de li payetextê Fransa bajarê Parîs ê de pir bi ewlekarî û bi nirxên renga rengî destpêka jiyaneke nû destnîşan dide bi tevahiya cîhanê danin nasîn û vekirina olîmpîatê pêkanîn.

Di tevahiya dewletên yekîtiya ewrûpa de dû miletê Yewnanî de miletê firansî miletekî herî kevnare û di her qada jiyanê de serkeftînin, modernin, bi çandin û di heman demande oldar jî bûnin.

Miletê fransiz qonaxtiya 14 qiraliyetan kirine û tevahiya qiraliyetan taybetî bi girêdey kilîseyan bûnin, biryarên dîrokî, sîyaseta navnetewî, çanda miletbûnî ji xiristiyanîzmê û bi girêdey kilîseyan bi gelenperî rêveber ji papazan ve pêkhatine.

Di tevahiya cîhanê de cara yekemîn destpêka eşkere kirina nexweşiya bi navê vîrûsa kovîd 19 di firansa de ji hêla Serok komar Birêz Emmanuel MACRON  daxûyanî da çapemeniya firansa û tevahiya cîhanê û di heman demêde ji milet re derketina qadan û kolanan qedexe îlan kiribû.

Min bi awayek kesayetî wê demê jî fikra xwe derbarê vîrûsa kovîd 19 destpêka şeklê jiyaneke nûye û taybetî ji bona ku her kes adaptey jiyana dîjîtal bibin parve kiribûm û îro organîzasiyona OLÎMPÎAT a modern fikra min ez piştrastî kirim.

Destpêka nivîsêde min behsa ewlekariya organîzasiyona modern û pir bi teknîkî va bê qisûr pêkhatiye kiriye.

Naveroka mijara xwe nîşandana vekirina  olîmpiyatê de nirxên pir tevlihevî di tevahiya cihanê de dengekî girseh di qada çapemeniyê de bûye gotûbêja rojê deng daye.

Bes bi gora nirxandina min,  ji bona ku mirov têbigêhêjin naverok û mijara olîmpiyata modern, lazime derbarê dîrokî de mirov pir bi agahdarî û pisporbin.

Lewra nirxandina tevahiya dînan û çanda tevahiya miletê cîhanê û herwaha nirxên ku civatî aktivîtê sporî sosyal di binê sîwana dewletê de tên temsîlkirinê destnîşan kirin.

Qada ku ji bona organîzasiyona olîmpiyata modern pêkwere, xebateke bê hempa û bê pîvan xweşik bi teknîkeke di asta herî modern sazkirine û bi her awayê bê qisûre.

Her rengekî nûnertiya şeklê jiyaneke modern û dîrokî û gerdûnî natûrel û baweriya tevahî dînan destnîşan dikin.

Tavahiya dewletên ku tevlê olîmpiyata modern bibûn 205 dewletin û her dewlet bi ala netewa xwe va beşdar bûnin.

Mexabin miletê kurd dîsa bê dewlet û bê nûner bûn, tenê li ser logoya nûnertiya olîmpiyata modern bi zimanê kurdî BI XÊR HATÎ nivîsîbûn.

Di xwe pêşandana vekirinê de cîh danîbûn ola xiristîyanîzmê û her waha satanîstan, kesên namdar, wekî Zinedin Zidan nûnerê fitbolê, mûzîgê sitranbêj Celine Dion, siportmenê xwe xişkirina ser berfê di çiyande bi navê Tony Estanguet, sê caran bûye şampiyon di qada olîmpiyata navnetewîde.

Rastî di organîzasiyona modern de mirov têdigêhêje endcama şeklê jiyana di binê navê modern û dîjîtalîzmê.

Hespê robot li ser ava sein de 6 km bi perwane bezandin pir bê qisûr bû û hesp bû xwe nîşana firansî di dîroka kevnar de serkeftî bûnin nîşan da.

Behçet Ateş: 27-07-2024

About Behçet Ateş

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *