Nivîsên Olî-M.Emin CAN

Bîsmîllehîrrahmanîrrehîm

Xwendeevanên hêja û qedir bilind, ÎnşaAllah îro şûn ve ez ê  ser vê rûpelê bi we ra bim û li vir binivîsim.

Xwendevanên bi rûmet, ez ê bêhtir li ser ola îslamê binivîsim. Lê car caran jî li ser edebiyata Kurdî ser kevneşopiyê jî, nerîn û ramanên xwe we ra parvebikim.

Milletê me elhemdulîllah piranî Ehl-î sinnet wel cemaat e. Fiqhê da jî bêhtir Şafi’î ye. Em ê derbarê Tefsîr (şîroveya Qur’anê), Hedîs, Fiqih, dîroka Îslamê û ruknê îmanê da we agahdar bikin.

Gelemperî ez ê li ser fiqha Şafi’î bisekinim. Ta’et û ‘îbadet çawa têne kirin (Nimêj, Rojî, Zekat, Boraq, Qurban hwd.) car caran jî li ser exlaqê îslamê û civatiyê tişta we ra parvebikim.

Niha merivekî bibêje ez misilman im digel haja wî ol’a wî jî hebe. Derheqa bawariya xwe de tiştek hewcetiya wî pê hebe, gerek ku bizanibe. Eger ku nizanibe, nikare ta’et û ‘îbadetê xwe baş bikarbîne. Rêbazê îbadeta bê kêmasî bîne cîh. Gava rêbazê ‘îbadetê xwe kêm bike wêca Xwedê jî ta’et û ‘îbadetê wî qebul (napejirîne)nake. Meriv ancax ’îbadet li gor emrê Xwedê û qasidê Wî bike wê çaxê Xwedê ji wî qulê xwe ê razî bibe û ‘îbadetê wî jî qebul bike.  Lê merîv xweserî xwe rabe bê rêbaz bê qaîde bêje eze Xwedayê xwe re ‘îbadet bikim eva tişta nezaniye bê rêtî û bê toretî ye. Xweda jî ‘emelekî wiha qebul nake. Pewîst e ku em misilman Ol’a xwe baş bizanibin li gor ol’a xwe jî ‘emel bikin.

Xwedê Te’ala di vê derbarê da wiha emir ferman dike û dibêje:

‘’Gelî qulê min ên bawermend! Bê guman ‘erdê min fireh e. Tenê ji min re ‘îbadet bikin.’’ (Sur ê Ankebût ayeta  56 )

 

Dîsa Xwedê Te’ala wiha emir dike:

“Êdî resûl çi daye we wî bigrin, çi jî ji bo we qedexe kiribin jî wî dûr bisekinin û Xwedê jî bitirsin. Bê guman cezayê Xwedê jî pir tundiye.” (Sur ê Heşir ayet a 7’a)

 

Qaside Xwedê Hz.Muhammed (‘eleyselam) wiha gotiye:

‘’Ez çawa nimêj dikim, hûn jî wî teşî nimêj bikin’’  (Buxarî)

 

Gava em gotinên Xwedê û Qasidê wî dinhêrin  ne bi tenê di ta’et û ‘îbadet da, her derbarî da gerek em li gor ola xwe bijîn. Ola îslamê ol’e ka wisane kû bi tenê behsa exlaq an  ‘îbadetan nake. Behsa aborî, zewac, xwarin û vexwarin, exlaq, ‘îlim, dan û standinê jî dike. Li ku derê jiyan hebe gerek ku girêdayî li gor ola îslamê  be. Li hemî misilmana pêwîste ku li ola xwe xwedî derkeve li gor wî jî jiyana xwe bidomînin.

 

Mîjara min ê  bêhtir ser van tiştan be. ÎnşaAllah ez ê pêşerojê da derbarê van mijaran da berfireh û bi zimanekî zelal, hêsan û wêjeyî binivîsim

 

Êdî vê gavê xatirê we. Bimînin di xêr û xweşiyê da.

 

Selam û di’a

M.Emin CAN

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply