Nivîsandina Dîroka Felsefeyê

Meriv çawa dikare Dîroka Felsefeyê binivîsîne? Gelo çi rê û rêbazên xwe hene? Di kar û xebateke wiha de, lazim e meriv ji kû dest pê bike? Zimanê kurdî, têra karekî wiha dike gelo? Pêdivî bi çi heye? Girîngiya wergerê çi ye di karekî wiha de? Li ser pirsa çend ciwanên me ku gelek caran ji min pirsîne, ez ê hewl bidim da ku bikaribim zanîn û tecrûbeyên xwe raberî we dostan bikim.

Bêguman ji bo ku meriv bikaribe di karê xwe de bi ser bikeve, hezkirin şertê ewil e. Heke meriv ji karekî hezneke, îmkan tune ku du wî karî de bi ser bikeve. Lewma jî hezkirin bi xwe jî, dahîtiyeke bêpayan e û mîna hêza afirandinê ye. Wate, ew nebe bi tu hawî nabe. Li milê din, divê sebra meriv hebe, da ku karibe wextê xwe bi dilxweşî di ber kar û xebata xwe de derbas bike û nelezîne.

Heke hûn ji min bipirsin ez bi hêsanî dikarim bibêjim ku wexteke vala, ji bo xebatên wiha û felsefeyê faktoreke jêneger e û meriv çuqasî wextê xwe di ber fikirîn, xwendin û nivîsandinê de derbas bike, hewqasî baş e. Girîngiya vê xalê, ji aliyê gelek nivîskar û feylesofan ve hatiye destnîşankirin û pêşveçûna çanda yewnana kevnare, di vî warî de mînakeke berbiçav e. Yanî divê meriv karibe destê xwe ji kar û barên rojane bişo û bala xwe bide fikirîn û xwendinê. Ev yek jî, encax bi xweşhaliya civaka meriv û bi xweşhaliya takekesî dikare pêk were ku rewşa welatê me jî îro berbiçav e û loma jî, em dibînin ku gelek xebatên bi vî rengî, li derveyê welêt pêk tên.

Di serdema pêşîn de têkiliyên mirovan rûbirû bû, ramangir yan feylesof di nav xelkê de digeriyan û fikr û baweriyên xwe mineqeşe dikirin. Lêbelê di dema me ya nûjen de, mixabin îmkaneke me a wiha tune yan jî pirr kêm e. Loma jî ji bo zanîn û têgihiştina ramanên cihê, pêdiviyeke mezin bi xwendin û lêkolînê heye. Ev yek jî di roja me de bi rêya xwendina pirtûkan û internetê, dikare pêk were.

Dinya her diçe biçûktir dibe û leza belavbûna fikran gelek zêde ye. Heke meraqa meriv hebe û meriv bikaribe bi awireke giştî û aqilane li bûyeran mêze bike û wan binirxîne, deriyê felsefeyê heta taqê ji meriv re vekirî ye. Di vir dê armanc divê ne feydeyeke pratikî yan rojane be, divê doz û dawa zanînê bi xwe be, ku ji xwe ev xal jî mîna destpêka xebatên felsefî tê dîtin.

1- Di dema nivîsandinê de divê meriv alînegir be

Heçî em baş dizanin ku felsefe bi xwe jî çalakiyeke şexsî, takekesî, kirdewar û subjektîf e û ne objektîf (alînegir, nesnel) e. Çimku girêdayî fikrên feylesof bi xwe ye, loma jî bivê nevê wesfeke xwe a subjektîf heye. Mesela feylesofek dikare hebûnê mîna madeyê binirxîne û yeke din jî dikare bibêje na hebûn raman e.

Lêbelê di dema nivîsandina yan jî lêkolandina dîroka felsefeyê de, pêdivî pê heye ku meriv çavika xwe ya subjektîf bide alî û bi helwesteke alînegir (objektîf) li dîrokê felsefeyê bikole yan jî dest bi nivîsandinê bike. Nabe ku meriv ramanên xwe mîna ramanên feylesofên di,n raber bike yan jî rabe bûyer yan ekoleke felsefeyê beravajî bide nasandin. Ev yek hem li dijî etîka zanistî ye û hem jî nirxa xebatê dadixe jêr.

2- Pêdivî bi çavkaniyên xurt û pirtexlîd heye

Heke meriv rabe ji zimanekî berhemeke raterast wergerîne zimanekî din, bêguman berhema resen têra meriv dike. Lêbelê heke xebata meriv rasterast ne wergera kitêbekê tenê be, wê demê pêdivî bi çavkaniyên pirtexlîd û pirzimanî heye. Pirî caran hinek têgihên felsefî di zimanên biyanî de çewt têne danasîn yan ne bi reseniya xwe, li gor deng û fonetîka wî zimanî têne nivîsandin. Ev yek jî, carinan dibe sebebê hinek famkirinên çewt. Loma jî pêdivî pê heye ku meriv serî li çend zimanên din jî bide, da ku bikaribe xwe bigihîne reseniya wê têgihê.

Hebûna internetê, îro derfeteke pirr mezin afirandiye ji bo lêkolîneran û meriv zûtir dikare xwe bigihîne zanyariyên ku meriv li wan digere. Dibe ku meriv nikaribe bi sedan pirtûkên li ser felsefeyê bikire û wan deyne kitêbxaneya xwe.  Loma jî divê meriv yan here kitêbxaneyên bajêr yên neteweyî yan jî serî li internetê bide.

3- Meriv divê bi ekolên (xwendegeh) felsefeyê baş bizanibe

Di dîroka felsefeyê de fikr û ramanên hinek feylesofan nêzî hev bûne, yan jî em bibêjin ku mîna hev difikiriyan, yan jî dijberiya hev kirine û vê yekê jî, ekolan afirandiye. Wekî zanîna we ye di dîroka felsefeyê de gelek ekol hatine dîtin û bandûreke mezin li ramangir û feylesofan kirine. Di vê xalê de wekî çend mînakan meriv dikare behsa ekolên îdealîzm, materyalîzm, rastîparêzî (realîzm), aqilparêzî (rasyonalîzm) û hwd. bike. Axirê heke meriv bi wesfên van ekolan nizanibe, ixtîmaleke mezin e ku dê bibe sebebê xeletiyên mezin.

4-  Meriv divê bi jiyan û felsefeya feylesofan baş bizanibe

Hinek feylesof hene ku ne navdar (naskirî) in, lêbelê bi fikr û felsefeya xwe, bûne sebebê guherînên gelek mezin. Mesela feylesofên gumanber (septîk) zêde nayên zanîn, lêbelê ji ber ku bi şik xwe nêzîkî mijara zanînê kirine, bûne sebebê guherîn û tevlîheviyên mezin. Gelek feylesofan piştre hewl dane ku ewledariya zanînê (zanayiyê) nîşanî me bidin, ku ew jî bi navê feylesofên dogmatîk hatine nasîn. Bêguman ji bo ku meriv bizanibe kê bandûrê li kê kiriye yan jî kija feylesofan di xurtkirina felsefeya xwe de felsefeya kija feylesofî bikar anîne, divê meriv jiyan û felsefeya wan baş bizanibe û bi wî hawî bikar bîne.

5- Meriv divê ferhengokeke taybet a felsefeyê amade bike

Dema meriv li ser dîroka mijareke dinivîsîne, gelek caran serî li têgihên biyanî dide da ku karibe mijarê zelaltir raber bike. Di amadekariya dîroka felsefeyê de, gelek girîng e ku ferhengek were amadekirin û di dawiya kitêbkê de were weşandin. Bi vî hawî xwendevan dema fam neke, bi hêsanî dê serî li ferhengokê bide û jê sûd werbigire.

5- Divê beşên felsefeyê baş werin têgihiştin û bikaranîn 

Wekî zanîna we ye, gelek beşên felsefeyê yên xweser hene. Dabeşandineke bi vî rengî, têgihiştina felsefeyê hêsantir dike û wiha dike meriv karibe feylesofan û felsefeya wan bêtir bide nasandin. Beşen mîna felsefeya huner, siyaset, ehlaq, heyîn, dîn, zaninî, xweza, metafizîk, mantiq, estetîk, dîrok, ziman, civak û hwd. hene û ev beş yan jî binaşaxên felsefeyê, ji mêj ve têne bikaranîn.

6- Divê dewrên dîrokî yên felsefeyê mîna bingeheke esasî werin bikaranîn û dîroka felsefeyê jî, li gor vê çerçoweyê were nivîsandin

Felsefe taybetmendiyên dema xwe, di hindûrê xwe de dihewîne. Lewma jî, hinek felsefe hene ku bi navê dewra xwe têne zanîn û naskirin. Dabeşandineke bi vî rengî, taybetmendiyên felsefeyên navborî zêdetir daye zanîn û ferqa wan ya bi felsefeyên din re jî, çêtir raxistiye holê. Meriv dikare dewrên dîrokî yên felsefeyê jî mîna Serdema Antîk, Serdema Navîn, Serdema Nû û Serdema Hemdem dabeş bike û zanînên ku bi van mijaran re têkilar in, di wan beşan de raber bike.

7- Divê meriv bi rê û rêbazên (metod, rêgeh) felsefeyê baş bizanibe 

Felsefe ne zanîstek û em nikarin mîna zanistê, encam yan teoriyên wê bicerîbînin. Ji ber ku çalakîyeke fikrî ye, xwediyê rêgehên xweser e û dive meriv bi rêgehên wê yên mîna dîyalektîk, aksiyomatîk, dahûrîner, mayotîk, pêkhêner, enduksiyon û deduksiyonê baş bizanibe û têbihijê bê ka kijan feylesofan wan bi çi awayî bikar anîne û çawa bûne sebebê guherînên mezin.

Axirê gelek zanînên din yên ku meriv bikaribe wan li vir rêz bike hene, lê niha hewce nake ku meriv dirêtir bike. Min hewl da ku di çerçoweya gotareke de çend fikrên xwe û tecrubeya xwe ya 10-15 salan raberî we bikim da ku kêm bin jî, çend ciwanên me jê sûdwerbigirin. Zimanê kurdî, zimanekî zengîn û kevnare ye.

Zimanê kultur û medenîyetê ye. Dibe ku di warê felsefeyê de baş nehatibe bikaranîn, lêbelê ev yek nayê wê maneyê ku kurdî têra felsefeyê nake.  Meriv bi zimanê xwe baş bizanibe û baş bala xwe bide peyv û têgihên ku berbelav in û baş têne bikaranîn, bêguman meriv dikare dîroka felsefeyê jî binivîsîne. Bes divê meriv dilsozê karê xwe be, ne bêsebir be û bikaribe wextekê xwe ê pirr mezin bo vî karî terxan bike.

Ali Gurdilî

27.11.2017

Rewanbêj

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply