NA! Ji bo çi Na?

Berîya ku mirov an civak karibe bibêje erê divê karibe bibêje “na”.

Ji bo çi Na?

Çima Na?

Ji kê re Na?

Divê kengî bê gotin Na?

Çawa Na?

Divê li gor van pirsan bersiva Na’yê bê dayîn.

Wek ku tê zanîn temmamê nebî û feylesofên demên berê ji bo hin guherînan bikin li dewra xwe, ji pergalên heyîn re gotine na û di dûvre pergala xwe damezirandine.

Em jî wek mirovên xweser û azad karin ji pir tiştan re bibêjin na, da ku em karibin bi xwe re bi hebûna xwe re bijîn û bextewartir bibin.

Ji bo çi na?

– Ji bo mirov an civak karibe xwe bighêjîne hebûn û xwebûna xwe divê ji pergalên heyîn ên ji kesayeta mirovî/civakê re nabin û xîyanetek mezin li heyîna mirovî/ civakê dikin re Na!

Çima na?

– Ji bo mirov/ civak karibe xwe bighêjîne “erêyên” xwe divê ji erêyên ji bilî kîmyaya xwe re bibêje Na!

Ji kê re na?

– Ji temmamên heyîn û kesayetên ku ji mirovî/civakê re dibin astengî ku nahêlin xwe bighêjînin heyîna xwe re Na!

Divê kengî bê gotin na?

-Dema mirov hîs kir ku xwezaya mirov xerab dibe an diguhere bal bi neyînîtî ve divê mirov li xwe varqile û bibêje bes e! Na !

Çawa na?

-Bi aksîyon û fikrên ji xwezayîya mirov in mirov bi wan emel bike û wan tiştan di jiyana û ramana xwe de bu cî bike ku tiştên ne xwezayî û anormalîya heyînê def bike.

Divê civaka kurd jî berî ku ji pergalên nû re bibêje erê divê karibe bi hawayek hostatî ji pergalên heyînên ku civakê ji xwe dûr dixe re bibêje na û di dûv re karibe pergalên kurdewar biafirîne. Ev yek jî karê rewşenbîr û zanayên kurdan e.

Dilbirîn Dilo

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply