Monoteîzm, Egonomî û Kulturîmperîyalîzm

Maruf Yilmaz | maruf@live.se

Ez di vê nivîsara xwe de bi kurtehî li ser formên demokrasî, monoteîzm, egonomî û kulturîmperyalîzmê radiwestim. Çimkî rewş û hoyên ku ez bi hawayekî vekirî û rasterast dîtinên xwe li ser partî û rexistinên Bakurê Kurdistanê dîyar bikin, tune ne. Çend formên demokrasîyê yên bingehîn hene, ew jî di nav xwe de parve dibin:

  • Demokratbûna civakî/demokrasîya sosyalê.
  • Demokrasîya lîberal ya siyasî.
  • Demokrasîya aborî.
  • Demokrasîya kulturî (çandî, teorîyeka nûh)
  • Demokrasîya zimanî ya hindikneteweyan ( teorîya postmodern).

Dîktatorîyet tenê bi rêya zorê çênabe, bi rêyên dî jî çêdibin. Tenê dîktatorên klasîk rêya zorê bikartînin. Heger biryareke kollektîf nehê girtin, dibe ku ew biryar ne demokratîk be. Welatên Rojhilata Navîn bi dîktatorîyetê tên îdarekirin. Ev tradîsyona Rojhilata Navîn e, di nav Kurdan de jî heye, lê ber bi mirine ve diçe. Pirsa demokrasîyê di nav Kurdan de pir tê minaqeþekirin. Partî û rêxistinên kevn perçe bûn û her partîyek jî, di nav xwe de bûne du-sê rêxistin. Sedemê perçebûna wan, pirsa demokrasîyê bû. Lê mixabin yên çêbûn jî, bûn wekî yên berê, lew re gavên hevdem neavêtin ji ber ku bûn kopîyakerên rêxistinên berê. Di rêxistin û partîyên Rojhilata Navîn de monoteîzm û egonomîya serokan, nîşana nedemokratbûna wan e, ne tiştekî dî ye. Em Kurd ji alîyê edet, kultur, tore û dezgehên demokratîk ve paş ve mane. Bêşik para dijminê Kurd pir e. Bêdemokratbûn, bêguhartin, bêtoleransbûn, em nikarin gavekê bavejin.

Ez dixwazim gotina xwe bînim ser Komeleyên Partîyen Kurdan. Di sala 1970î de Komeleyên partîyan û gelek komeleyên xezikî avabûn. Niha jî  komeleyên berê û gelek komeleyên xezikî hene. Di kongreyên wan de yek lîste tê pêşkeşkirinê. Helbijartin ji ber formalîte yê tê kirin. Ev nimûyeka reş e, li ber çavên dîktatorên nûjen (modern) yên Kurdan e. Lê paşê bi pêşnîyaza dezgehên Swêdê, sîstema xwe guhartin, li gorî prensîbên demokrasîya Swêdê komele û sazîyên xwe ava kirin. Mala Swêdîyan ava be.

Komeleyên partîyên Kurd ên bakurê Kurdistanê dijî pêşnîyaza dezgehên Swêdê derdiketin, heta komeleyên xêzikî dev ji Federasyonê berdan, ne bûn endam û dijî pêşnîyaza dezgehên Swêde nerazîbûna xwe anîn ziman. Ev mijareke nazik e, ez naxwazim vekirî navên partiyên kurdan bibêjim. Şubandinên dîktatorên cîhanê wekî hevûdu ne:

  • Serokekî wekî xwedê (Lenîn, Stalîn)
  • Leşkerî / mîlîtarîzm.
  • Bombekirina bajar, mal û gundên dijberan ji alyê dewletê ve.
  • Egonomî
  • Polemîk
  • Extremîzm
  • Xelq û serokekî wekî xwedê (Hîtler).
  • Aborîya plankirinê / planekonomî (Lenîn, Stalîn, Hîtler).
  • Hîerarkî (Lenîn, Stalîn, Hîtler).
  • Serok ji wêne ango suretê xwe dike (Hîtler, Stalîn, Lenîn).
  • Înkarkirina kes, partî û rêxistinen dî.
  • Monoteîzm û egonomîya serokatîyê.
  • Bêtoleransîya partî ango rexistineka siyasî.
  • Hişkî, serhişkî.
  • Egoîzm.
  • Karyalîzm.
  • Bêberpirsyarî, bêetîkî, bêmoralî.
  • Dayîna biryara bi serê xwe.
  • Ninûneka dî, li ser aferîna Hîtlerî:
  • Antîdemokratî- metoda zorê.
  • Li dijî ronakbîran, li dijî rewşenbîran kîndarî.
  • Nîjadperestî-neteweperestîya zêde.
  • Serokek bi tene, partîyek (ledarkult)
  • Kulturîmperîyalîzm û medîeîmperyalîzmê

Em Kurd li derveyî globalizmê ne. Ji ber hingê, ez dixwazim vebigerim ser gotina kulturîmperyalîzmê ya ku dinya kirîye gundekî piçûk. Kulturîmperyalîzma Dewletên Amerîkaya yekbûyî bi kêrî welatên paşvemayîn tê, çimkî ew zanyarîyê bi xwe re tîne û belav dike wan dera. Kulturîmperîyalîzma (împeryalîzma çandê) Dewletên Mezin bi alîkarîya rojname, kovar, TV û medîyayên xwe ve, rolên xwe dileyîzin. Li vir mirov dikare qala gotina medîyaîmperyalîzmê jî bike. Kulturîmperîyalîzm û medîyaîmperyalîzm (çapemanîya împeryalîzmê) bûye cîhgeha hêzdarîya Dewletên Mezin. Di vî warî de çend xalên girîng hene, ew jî ev in:

  1. Zanistî û teknîka agahîyê(înformasyon).
  2. Agahîya(înformasyona) aborîye.
  3. Hêza çekdar li cîhanê.
  4. Agahîya(înformasyona) siyasî (înformasyona).
  5. Ragihandina an belavkirina nûçeyan bilez û bez.

Sedemên globalîzmê, ev in:

  1. Înternasyonasbûna(navnetewebûna) aborîyê.
  2. Bazara nû, ji nû ve organîzekirina bazara cîhanê.
  3. Teknolojîya nûh, sateliter, internet.
  4. Transporta(Veguhestin) nûh û îmkanên nûh.
  5. Mîgrasîyon(Koçkirin).
  6. Postkolonîyalîzm.

07-03-2010

Derbar Rêvebir

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply