Mîrzade Rewşen Bedirxan

Ezbenî!

Di roja yekê hezîranê de sal di ser koçkirina Mîrzade Rewşen Bedirxan re derbas dibe..
Ew yekemîn Jina Kurd e ku Ala Kurdistanê bilind kiriye.. û wek rewşenbîrek Kurd a jin; ji sala 1935an û virde, rolek berz di şiyarbûn û tevdana hestê netewî kurdî de lîstiye, nemaze di warê rewşenbîrî de. Ew yekemîn jina kurd e ku bi elfabeya Kurdî latînî nivîsandiye û di vî warî de alîkarî bi kurmamê xwe mîr Celadet Bedirxan re kiriye.. Nexasim di weşandina herdu kovarên wî de; Hawar û Ronahî.. Hem jî bi navtêdan û dehifdana wê û Mîr Celadet nivîskarên wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can hatine holê.. di sala 1955 an de komelak bi navê (Komela Vejandina Çanda Kurdî), li Şamî, digel Dr. Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Hemîdê Derwêş damezirandiye.. û Digel ku ew yekemîn jina Kurd e li ser astê Kurdistanê û sirgûnê ku wê di sala 1955an de rêveberiya dibistanek fermî li Şamê bi navê (Leyla Elexyeliye) kiriye..Û di sala 1957 beşdari konferansa diji imperialism li Atina bûye û Ala Kurdistana Rengin bilind kiriye.

Konê Reş

Derbar Rêvebir

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply