Celadet Bedirxan û Riya Teze

Celadet Alî Bedirxan bi navê Herekol Azîzan di hejmara 8ê ya Hawarê de (12/9/1932) weha behsê Riya Teze dike:

«Rêya Teze
Rûjnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurmanciyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve. Vê paşiyê çend hejmarên wê gehiştine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me şa û geş bû.

Kurdmancên Rewanê ji rûjnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê çar roj mijûlahiya xwe bi wan kirin. Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna kulîlkên çiyayê Elegozê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav Resmên wan de şal-û-şapikê kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me dihatin dîtin.

“Rêya Teze” wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir e, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê a paşîn ko gehiştiye destê me a pencî û nehan e. Li gora ko Rêya-Teze rûjnameke deh-rûjkî ye, berî salekê û hin dest bi derketinê kiriye.

Herekol Azîzan»

Etîket: bedirxan, herekol ezîzan, rêya teze

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Danasîna Pirtûka Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî a Dilazad ART

Pirtûka “Rastiya Dîroka Oxûz-Turkmen û Kurdan”

Tevgera Neteweyî ya 1925an, Hedîseya Pîranê û Şêx Seîd (1865-1925)

Mîrnişîna Kurdî: Pergalek Siyasî ya Dîrokî

Armancê Kovara Jînê

Şîroveyekê bihêle