Mîr Abdulrezaq Bedirxan û Kovara Kurdistan

Di 120 Saliya Rojnemegeriya Kurdî de;
Mîr Abdulrezaq Bedirxan û Kovara Kurdistan

Konê Reş

Mîr Abdulrezaq Bedirxan kurê mîr Mihemed Necîb Paşa Bedirxan e. Mîr Abdulrezaq tê naskirin ji pêşengên dîplomatên kurd û yek ji rewşenbîrên bejin bilind di împeratoriya Osmanî de. Di sala 1906an de, digel mamê xwe mîr Alî Şamîl Paşa, Mihemed Axa, (Bavê Simko axayê Şikakî) û çend kesên din, li Stenbolê, bi gunehê kuştina Ridwan Paşa, serokê emniyeta Sultan Abulhemîd, hatine girtin û di encam de sirgûnî Afrîqyayê, bajarê Terablûsê bûne.. Di salên 1912 û 1913an de, wî û Simko Axayê Şikakî dibistanek kurdî, li bajarê Xoyê, bi alîkariya Rûsan vekirine û di eynê wan salan de, li Urmiyê kovarek bi navê (Kurdistan) weşandine. Di sala 1916an de, mîr Abdulrezaq Bedirxan, li Mûsilê hatiye girtin, bidarekirin û di goristana biyaniyan de hatiye veşartin.

Kovara Kurdistan:  Kovareke kurdî û tirkî bû, cihê weşandina wê li Urmiya bû, xwedî û berpirsyarê wê şehîd Mîr Ebdirezaq Bedirxan bû; hejmara (1) ê di sala 1912an de çap bûye; ya dawîn di sala 1914an de; di sala 1913an de piştî ku Mîr Ebdirezaq Bedirxan çûye Saint Petersborgê, Simko Axayê Şikakî bi berpirsyariya kovara (Kurdistan) rabûye.

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply