Xwendekaren Kurd ên li Parîsa paytextê Fransayê ji bihara 2019an ve bi navê Kurd’înalcoyê kovarekê derdixin.
Di kovarê de nivîsên li ser mijarên wek Wêje û Ziman, Çand û Huner, Zanistên Civakî, Kurte-Nuçe (Kurd û Parîs),Teknolojî û Karîkatur tên weşandin.
Lijneya kovarê daxuyand ku heta niha 2 jimar weşandine û bo jimara sêyem dest bi xebatê kirine. Bo jimara sêyem heta 21ê meha 12an li benda nivîsên kurdînûsanin. Lijneyê di daxuyaniya xwe de xwest ku nivîsên hatine şandin bi qaîdyên akademîk bên nivîsîn û beşen wek destpêk, nirxîn, encam û çavkaniyê tê de hebin.
Tê payîn ku kovar di bihara 2021an de werê weşandin.
Heta niha jimara yekem ji ser malpera kovarê(https://kovarakurdinalco.fr) wek pdf hatiye parvekirin û firotina jimara duyem dewam dike.
Bo xebatên jimara sêyem bangavaziya Lijneya Kovarê li jêr e:
BANGEWAZÎ JI BO KOVARA KURD’ÎNALCO’YÊ
Silav li we hevalên delal, Wekî xwendekarên Kurd ên Parisê, me kovara bi navê Kurd’Înalco’yê di bihara 2019an de derxist, hejmara me ya duyem jî vê havîna ha derket. Niha jî em dixwazin gava xwe ya ewil biavêjîn ji bo amedekariya hejmara sêyem, ku ew ê di bihara 2021an de derbiçe.
Lewre, em vê bangewaziyê li we dikin, da ku hûn jî bikarin nivîsên di derbarê mijarên li jêr de binivîsînin:
• Wêje û Ziman •
• Çand û Huner •
• Zanistên Civakî •
• Kurte-Nuçe (Kurd û Parîs) •
• Teknolojî •
• Karîkatur•
Hûn dikarin li ser mijarên ku hûn pispor in, ji me re gotaran binivîsînin û bi rêya e-mailê bişînin. Heger ku hûn gotarekê binivîsînin divê ew li gorî qeydeyên akademîk bên nivîsîn (Destpêk, nirxîn, encam û çavkanî).
Dîroka dawî ya şandina nivîsan: 21/12/2020
E-mail: kovarakurdinalco@gmail.com
Ligel silavên germ
Lijneya kovara Kurd’Înalcoyê
Nûçe: Abdullah Araf