Teknolojî hem baş e û hem jî qûşê li meriv diqetîne. Her ku teknolojî bi pêş dikeve, hewa û xweza jî tê guhertin û ji fabrîqeyên teknolojîyê duman, jehr û ziqûm bi ezmen dikeve, ev jî dibe sedema peydabûna gellek êş û nexweşiyên bêderman. Yek ji nexweşî û ecîzmendara bêderman jî îşa mîgrenê ye. Ango; serêşa giran û bêderman e.
Di peydabûna mîgrenê de sedem û nandorên herî mezin kêrêtbûna hewayê stres û pirsgêrêkên aborî ne. Gava hewa kirêt, stresa zede û pirsgêrêkên aborî dikevin ser hev. Sere meriv dibe wek mak û kunmoza êş û derdan û di pêvajoyê de ev êş û derd nexweşên bêderman, serêşên jandar ji meriv re çêdikin. Ne tene migren, lê herwha hewaya ne paqîj, stres û pirsgêrêkên aborî ji dikarin bibin sedema nexweşiyên pençeşêr û hinek nexweşiyên din jî.
Migren bi gellek mirovan re û bi taybetî jî bi jinan re zede peyda dibe. Heta niha ji çareserîyek yekser ji mîgrenê re nehatiye dîtin û pire caran derman jî tu feydayê nagîhînin êşa mîgrenê, serêşa giran.
(Ev nivîs ji Salnameya Nûbiharê hatiye wergirtin)