Meselokeke Balkêş – Aro ZARGO

Bavê min, mela bû û di civatan de pir mesele vedigotin. Yek ji wan jî “Çiroka Mela Bozo” bû. Ez jî di zarokatiya xwe de pê re diçûm û tevlî hin civatan dibûm… Di dema Simkoyê Şikakî de Mela Bozoyek hebûye û wî pêxemberiya xwe beyan kiriye. Pir mirîdê wî çêbûne û navûdeng daye.

Rojekê xulamekî Simko, vê bûyerê gotiye Simko. Dema Simko vê serpêhatiyê bihîstiye, matmayî maye û xwestiye ku ew Mela Bozoyî nas bike.

Gotiye xulamê xwe: “Here ji Mela Bozo re bêje, bila rojekê were mêvaniya min.”

Xulamê wî çûye mala Mela Bozoyî û gotiyê: “Simko Axa dixwaze ku Mela Bozo rojekê were bibe mêvanê wî.” Mela rind dizane ku dê Simko jê pêxembertiya wî bipirse û pir aciz bibe.

Dibe ku serê wî jî jêbike. Lê Mela Bozo xwestiye ku çareseriyekê bibîne, hingê birrek mirîdên xwe kiriye û gotiye wan.

– Em ê herin mêvaniya Simkoyê Şikakî. Dê ji we jî çîl kes bi min re bên. Dema em li qesra Simko rûniştin, bîst kes ji we milê min ê çepê, 20 kes jî aliyê min ê rastê rûnin. Dema min li aliyê çepê nêhrî, kesên li aliyê çepê dê wek keran bizirin. Dema min li aliyê rastê nêhrî, yên li wirê jî dê wek segan biewtin.

Mele Pêxember û mirîdên wî, radibin diçin qesra Simko Axa. Dema dikevin dîwana Simko, mirîd weke gotina Mela Bozoyî rêz dibin. Simko ji mêvanên xwe re xwarineke xweş da amadekirin. Rûdinin li ser sifreyê û xwarina xwe dixwin. Piştî xwarinê, dest bi sohbetê dikin. Simko ji Melê pirsiye:

-Melayê hêja, min bihîstiye ku te pêxembertiya xwe beyan kiriye; ka bêje, ev çi mesele ye?

Dema Mela vê pirsê dibihîze, pêre pêre li aliyê çepê dinêhre, mirîdên li aliyê çepê dest bi zirînê dikin û mîna keran dizirin. Paşê li aliyê rastê dinêhre, îcar mirîdên li aliyê rastê jî dest bi ewtînê dikin û wek segan direyîn… Dûv re bi dengekî korik ji Simko re dibêje:

– Belê ezbenî, min pêxembertiya xwe belav kiriye, erê ez pêxember im, lêbelê ez ne pêxemberê mirovan im, pêxemberê seg û keran im. Bela xwe ji min veke û destûra me bide, em biçin.

Simkoyê Şikakî, Mela Bozo dibexşîne. Mela Bozo bi mirîdên xwe re, tev vedigerin mala xwe. Ev rewş îro jî neguheriye, Mela Bozo hêjî dijî (Wek hin siyasetmedar û rêveberên me). Kesên azadîxwaz û mafparêz divê dev ji xulamtiyê berdin. Heta ku ker û seg hebin, dê Mela Bozo jî hebin. Gotineke pêşiyên me heye: “Şêx nafirin, mirîd wan difirînin.”

Têbinî: Navê bavê min Mela Sebrî bû. Çûye ber dilovaniya Xwedê. Ji bo xwendinê li Bakurê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê geriyaye û li pir cihan xwendiye…

Nivîskar: Aro Zargo

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply