Lîstika Çîçû bi Zazakî hat pêşandan

Kêşeyên zaravayê zimanê Kurdî Zazakî, ligel zor û zextên li ser wê, vê carê bi rêya lîstikeke şanoyê derkete ser dikê. Ev lîstika bi navê Çîçû ku behsa tenêtiya mirovekî dike, li êş û azarên Zazakî hatiye guncandin, di heman demê rexneyeke giran jî, li bêhest û bêgiyanbûna civakê digire.

Bi zaravayê Kurdî Zazakî piştî demeke dirêj yekemcar lîstikek hate çêkirin. Lîstika bi navê Çîçu ku ji aliyê Ezîz Nesîn ve di sala 1950an de li girtîgeha Uskudara Stenbolê hatiye nivîsandin behsa tenêtiya mirovekî dike ku bi her awayî xwe ji civakê şûştiye. Bi vê lîstika ku bi Zazakî hatiye lîstin jî tê aramnckirin ku trajediya li ser zaravayê Zazakî, zor û zehmetiyên li serê digel bandora pişftina dewletê û bi tena serê xwe mayînê bi awayekî edebî û hûnerî bixin rojeva civakê. Rejiyê lîstika Çîçu şanoger Erdal Cevîz jî dibêje, wan bêrehbûna mankena plastîk şibandiye pêywendiya xwe ya bi zimanê xwe re. Ji ber ku her diçe pêyandiya Kurdan ya bi zimanê xwe re ber bi wê tenêtiyê ve diçe.

Şanoger û Rejiyê lîstika Çîçu Erdal Cevîz ji K24ê re got: “Ev lîsika behsa tenêtitiya mirovekî dike. Her çiqas ev mirov bixwaze xwe ji wê tenêtiyê rizgar bike jî, ji ber bandoran her diçe hawîrdor lê teng dibe û neçar dimîne. Me jî ev lîstik bi Zazakî çêkir û xwest li rewşa Zazakî bi vî çavî temaşe bikin û bidin nîşandan. Bêhest û bêgiyanbûna wê makena plastîk em hindekî jî dişibîn peywendiya xwe ya bi zimanê xwe re. Ji ber ku her diçe pêywendiya me Kurdan jî hêdî hêdî ber bi wê tenêtiyê ve diçe.”

Şanoger û lîstikvanê lîstika Çîçu Alîşan Unlu jî dide zanîn ku ew li ser sahneyê xwe dilîzin. Zaravayê Zazakî jî wek di karekterê lîstikê de bi tena serê xwe maye. Geh ji bandora dewletê geh jî ji bêxemiya civakê. Ji loma wan xwestiye vê lîstikê bi Zazakî bilîzin da ku vê trajediya li ser Zazakî raxin berçavan.

Şanoger Alîşan Onlu dibêje: “Bandora dewletê û bandora devokê ya li ser Zazakî wek karekterê di lîtikê de ye. Me bi vê lîstika edebî ya Ezîz Nesîn ya bi navê Çîçû xwest rewşa Zazakî jî ya ku di navê de ye raxin ber çavan. Lîstik li ser tenêtiyê ye, zaravayê Zazakî jî her çiqas pir navên wê hebin wek, kirdikî, dimilkî û Zazakî ew bi tena serê xwe ye. Yanî divê listikê de em xwe dilîzin.”

Lîstika nîviskarê navdar ya Azîz Nesîn ya bi navê Çîçu ku wek klasîkekê tê nirxandin, bêhest û bêgiyaniya mirovekî ku xwe li tenetiyê hepskiriye û ji ber bêxemiya civakê xwe jê şûştiye bi şêwazeke trajîkomîk ji aliyê koma şanoyê ya bi navê Seyr-î Mesel ve bi zaravayê Kurdî Zazakî li ser sehneyê tê raberkirin. Divê lîstikê de em dibin şahidê wê yekê ku ew karekterê, bi bandora zextên civakê bûye hesîrê tirsên xwe, bi alÎkariya hevalên xeyalî hewl dide ku xwe ji vê esaretê rizgar bike.

K24

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply