Li ser pirtûka Deryas û Laş a Bextiyar Elî Nirxandinek

Deryas û Laş – Bextiyar Elî
Lihevanîn, Payîz Mîlan.
Çapa ewilîn, 2019, Silêmanî.
Çapa nû ya pirtûkê, Avestayê, sala 2024an kiriye.
Edîtor, Sîdar Ozmen, berg, Şener Ozmen. Romanek e, 244 rûpel in.

Bextiyar Elî, kovarger, helbestvan û romannivîs e. Gotina Şêrzad li ser wî ew e ku dibêje, ‘Divê Xelata Nobelê wer bigire, bextreşîya wî ew e ku Kurd e. Di nav Kurdan da dijminên mirovên bikêr ji dostên wan pirtir in.

Berhemeka rexneyî ye. Elî, bi zarekê îronîk rexne li fetîşîzma serokhebîn/perestîyê dike. Bedbîn e li ser rewşa welêt, ne bawer e bi çêbûna şoreşê. Tesbîtên xwe yên bikeys hene. Li ser meseleyê, di cihekê romanê da dibêje ku ji bo çûna serî ya doz/şoreşê, bizava xwe dide ber, divê di asasê xwe da dîn hebe.

Serê pirtûkê meriv xweş lê diçe, tê nîvi, bi destpêbûna bawerîya rabûna ji gorê ya General Bilalî ra, meriv bi qasê serê pirtûkê xweş lê naçe û ewqas bitehm, xweş nahê ji meriv ra. Lê bi behskirina rastîya meseleya General Bîlal û Nûbar Eşkzad, roman cardin parîyek xweş dibe bi meriv. Xwendina wê ji bo min ne rehet bû. Adaptekirina ji soranî bo Kurmancîyê ku ne ew qas baş e, min got xwezî min bikarîya pirtûk bi Soranî bixwenda.

Diyadînê Beynatî

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Li gorî Bediuzzaman: Hişmendiya Miletbûnê

Li gorî Seîdê Kurdî di şiyarbûna Kurdan de qonaxek girîng şiyarbûna di hişmendiya miletbûnê de …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *