Gotinek ji bo Roja Zimanê Kurdî

Ziman hebûn e, ziman nasname ye. Bi rastî zimanê me yê Kurdî, zimanekî gelek kevnare ye. Ew zimanê bav û kalên me Kurdan e, zimanên (Somerî, Hîsî, Mîtanî, Horî, Gotî, Mîdî, Kaşî û hwd.).

Ev ziman, zimanê hemû gelên kevnar ên ku di navbera çiyayên Zagros, Amanos û Torosê de, ji Qafqasiyê û Kendava Kurdî heta Deryaya Spî ya Navîn dijîn e.Dîroka zimanê me gelek kevnare ye û bi gelek alfabeyan hatiye nivîsandin, weke (Somerî, Horî, Hîsî, Kaşî û hwd.). Piştî wê jî bi alfabeyên (Aramî, Soranî, Karaşonî, Suryanî, Erebî, Ermenî, Rûsî, Erebî û hwd.) hatiye nivîsandin.

Di 15ê Gulanê 1930an de, kovara Hawarê ji aliyê Celadet Bedirxan ve bi alfabeyeke nû ya zimanê Kurdî hate damezrandin. Bi alfabeya Latînî, ji wê demê heta roja îro ev alfabeya ku Celadet Bedirxan danîye, tê bikaranîn.Hêjayî gotinê ye ku berî wî jî çend alfabeyên din hatine damezrandin: ji aliyê Xelîl Xeyalî ve di sala 1915an de li Stenbolê, ji aliyê Gîyo Mokiyanî ve di salên 40î yên sedsala borî de li Başûrê Kurdistanê, û ji aliyê Osman Sebrî ve li Şamê.

Ez dixwazim tiştekî xuya bikim: pirtûkên Kurdî yên ku bi alfabeyên Kurdî yên kevnar hatine nivîsandin, winda bûne yan jî hatine dizîn û wergerandine zimanên din. Mînak pirtûka Elfîlaḥa el-Nebatîye ku zimanê wê yê orîjînal Kurdî bûye û hatiye wergerandin bo Erebî. Ez teqez dikim ku gelek pirtûkên wiha hene, lê hîn veşartî û winda mane. Ew li benda lêkolînvanên Kurd in ku bi cih bikin û rastiyên wan xuya bikin.

Min çend caran di derbarê dîroka zimanê Kurdî de nivîsandiye: di sala 1988an de di kovara Ramanê Pêşverû de bi zimanê Erebî, û di sala 1995an de di rojnameya Deng de bi Kurdî. Min çend wêneyên nimûneyên nivîsandina Kurdî ya kevnar jî weşandibûn.

Ma gelo çi gelê me bi gelemperî û rewşenbîrên me bi taybetî tê xwestin?

  • Divê em zimanê xwe bi kar bînin: bi axaftin û nivîsandinê, di hundirê malên xwe de, bi zarokan, di civak û malbatê de.
  • Zimanê xwe biparêzin ji windabûnê.
  • Evîna ziman ji evîna welat e.
  • Bi Kurdî bixwînin.
  • Bi Kurdî bifikirin (raman bikin).
  • Bi Kurdî binivîsin.

Mixabin ez dibînim ku li ser rûpelên medya civakî piraniya Kurdan bi zimanên Erebî, Tirkî û Farsî dinivîsin.Li dawiyê ez dibêjim: wê rojekê bê, zimanê Kurdî bibe zimanekî cîhanî.Parastina ziman erkekî mirovayetî û neteweyî ye. Dema ziman tê qedexekirin ji hêla dagirkeran ve, ew ji mirovayetiyê dûr dikevin.

Adnan Ahmed 

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Li gorî Bediuzzaman: Hişmendiya Miletbûnê

Li gorî Seîdê Kurdî di şiyarbûna Kurdan de qonaxek girîng şiyarbûna di hişmendiya miletbûnê de …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *