Li Keleha Korsotê du nivîsên serdema Urartuyan hatin dîtin

Li Keleha Korsotê ya li navçeya Bêgirê ya Wanê di kar û xebatên kolanê de şûnwarnasan du xişt dîtin ku li ser wan çîrokeke serdema Urartuyan hatiye nivîsîn.

Karên kolanê yên li Keleha Korsotê bi hevkariya Mûzexaneya Wanê û Beşê Arkeolojiyê yê Zanîngeha Yuzunciyilê ya Wanê tên kirin.

Şûnwarnas dibêjin ji nivîsê tê fêhmkirin ku beşa bakurê kelehê perestgeh bûye û wan li wê beşê dest bi kolanê kiriye.

“Li ser wê xiştê 5 xetnîvîsîna Urartuyî hene”

Mamostayê Zanîngehê Doç. Dr. Sabahattîn Erdogan wiha behsa xebatan kir:

“Di encama xebatên me yên heta niha de li aliyê bakurê perestgehê me cara ewil xiştek dît ku li ser nivîsek heye, li ser wê xiştê 5 xetnîvîsîna Urartuyî hene.

Di berdewamiya wê de xişteyeke din jî derket, ew jî nivîseke ji 5 xetan pêk tê li ser e. Eger heye hejmara wan xiştan zêdetir jî bibe.”

Di encama xebata şûnwarnasan de li vê kelehê beşek ji dîwarê ku ji kerpîçan hatiye çêkirin jî derketiye ser rûyê axê.

Ew kerpîç bi rengên şîn hatine rengkirin.

Ev reng di piraniya şûnwarên serdema Urartuyan de tên dîtin.

“Hinek şahî û çalakî hatine kirin”

Sabahattîn Erdogan da zanîn nivîs li ser Padîşah Menua hinek agahiyan dide û pê de çû:

“Li gorî me ji nivîsê fêhm kiriye Padîşah Menua çûye geştekê lê ew geşta wî ji bo kû derê yan bo çi mebestê bûye em nizanin.

Di beşa din de xuya dike ku di dema wê geşta Padîşah Menua de hinek şahî û çalakî hatine kirin.”

Li Keleha Korsotê 13ê Çiriya Pêşînê ya 2023yan dest bi xebatên kolanê hat kirin.

Şûnwarnas li bendê ne li vê kelehê gelek tiştên girîng ên ku ronahiyê bixin ser serdema Urartuyan derkevin holê.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply