Çiyayê Tûjik ku bi berfê xemiliye geştyaran ber bi xwe ve dikişîne

Çiyayê Tûjik ê li navçeya Pulurê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê ku bi berfê xemiliye mazûvaniya çiyageran dike.

Navçeya Pulurê ji bilî çiyayên Mûnzir û Mercanê, bi xwezaya xwe ya dewlemend Çiyayê Tûjik jî bala geştyaran dikişîne.

Her sal gelek geştyar û çiyager tên navçeyê da ku hilkişin van çiyayan.

“Ev çiya ji aliyê bilindahî û xwezaya xwe ve gelekî xweş e”

Çiyager Husame Aslan got, “Ev çiya hem ji aliyê bilindahiyê ve û hem ji ji aliyê xwezayê ve gelek xweş e.

Em ji bo ku bikarin hilkişin çiyayên bilindtir vê derê ji bo rahênanê bikar tînin. Ji bo me gelekî baş e.”

Geştyar ne tenê zivistanan, çar demsalan têne serdana vî çiyayî lê niha ji hemû deman zêdetir zehmetiyê dibînin.

Nêzîkî metreyekê berf û sermayeke hişk heye.

Tevî zor û zehmetiyan piştî meşa zêdetirî 6 demjimêran çiyager xwe digihînin lûtkeyê.

“Pêşniyarê li wan hevalên ku ji xwezayê hez dikim ku tevlî me bibin”

Çiyager Asya Kiliçê anî ziman, “Li vê derê bêyî ku demsal ferq bike geştên çiyayî tên sazkirin.

Tevî ku me destpêkê hinek zehmetî dîtin lê piştre gelekî xweş bû. Cara yekem e ku ez hildikişim çiyayekî bi berf, gelekî baş bû.

Bi rastî xwezaya vê derê bêhampa ye û ez pêşniyarê li wan hevalên ku ji xwezayê û hilkişîna çiyayan hez dikin dikim ku bên û ew jî tevlî me bibin.”

Geştyar Necla Beyazê jî got, “Xwezaya Dêrsimê bi rastî her cihekî xweşiyeke xwe ya cûda heye.

Ez îro car yekem e tecrûbeyekê dijîm. Parkûreke nêzîkî 6 demjimêr û nîvan bû.

Çiqas zehmet be jî me gelek zewq jê wergirt. Em bi awayekî baş li gel hevalên çiyager gihiştin lûtkeyê.”

Çiyayê Tûjîkê 2 hezar û 950 metreyî ji asta deryayê bilind e.

Geştên ji bo vî çiyayî rojane ji aliyê Klûba Werzişên Xweza û Çiyageriyê ya Mûnzirê ve tên sazkirin.

Çiya bi xwezaya xwe ya dewlemend û dilrevîn ji bo derbaskirina kêlî û demên xweş ji 4 aliyên welêt, Tirkiye û cîhanê li benda çiyager û geştyaran e.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply