Li Dibistana Miştenûrê Dest pêkeke Nû

Li dibistana Miştenûrê zarokên dibistana navîn berovajî polên seretayî di sala nû de hema derbasî xwendina bi zimanê kurdî nebûne. Berpirsê dibistanê diyar dikin ku ji ber derbasbûna bi pergaleke nû zehmetî hene lê bi hewldanên mamoste û şagirtan gelek pirsgirêk çareser bûne

Li dibistana Miştenûrê zarokên dibistana navîn berovajî polên seretayî di sala nû de hema derbasî xwendina bi zimanê kurdî nebûne. Berpirsê dibistanê diyar dikin ji ber derbasbûna bi pergaleke nû zehmetî hene lê bi fedakarî û hewldanên mamoste û şagirtan gelek pirsgirêk hatin çareserkirin.

Zarokên pola navîn danê nîvro û piştî pola seretayî têne dibistanê. Waneyên pola navîn hemû bi zimanê kurdî nîne, ji ber ku dibistan nû hatiye vekirin û sala destpêkê ye, hêj bi temamî derbasî zimanê kurdî nebûne. Zarokan bi vê zehmetiyê û kêmbûna pirtûk û merteryalan dîsa jî dest bi xwendinê kirine.

Gelek ji zarokan ji ber pêvajoya şer ku dibistana hatiye sekinandin nekarîne xwendina xwe berdewam bikin, bi derengî jî mabe dîsa dest bi xwendinê kirine. Di pola navîn de zarok li gel hinek dersên erebî, dersên wek zanist, erdnigarî û dîrokê bi zimanê kurdî dibînin. Zarokên pola navîn di wêneyên xwe de wêneyên bîrên avê dikişandin, me sedema wê pirsî, şagirtan gotiji ber ku av li Kobanê kêm e û em dixwazin bîrên avê werin çêkirin, ji bo wê bîr dikişînin.

Der barê rewşa pola Navîn de berpirsê pola navîn a dibistana Miştenûr Welat Êto bi RojNews re axivî û diyar kir ku pergala berê bi temamî hat rakirin û pergalek nû a perwerdeya bi zimanê dayikê hatiye danîn. Êto dazanîn ku ji ber şer û rewşa awarte ya Kobanê perwerde paş ket, zarok dûrî dibistan û xwendinê man.

Welat Êto bal kişande ser vê yekê ku herçend dibistan nû hatiye vekirin lê belê hemû mamoste bi fedakarî nêz dibin û tevlî xebatan dibin û wiha got: “Her çend xwendin bi zimanê Kurdî ye lê belê ji ber ku bi fermî cara yekê ye perwerdeyek wisa tê dîtin, zehmetiyên wê hene. Lê ji ber ku mamoste û şagird hevdu baş fam dikin, zêde pirsgirêke dernakeve.”

Berpirsê pola navîn a dibistana Miştenûr herwiha behsa şagirtên ereb jî kir û diyar kir ku ji bo ew jî zorî nekşînin û bi zimanê erebî û kurdî perwerde bibînin pergalek nû hatiye çêkirin.

Şagirtên pola navîn herwiha ji bo pîrozbahiyê û rojên taybet ên li pêşiya me amadekariyên moralê dikirin. Şagirtan xwe wek komên govend, stran û hwd birêxsitin kiribûn û li kêleka waneyên xwe ew xebat jî dimeşandin.

azadiyawelat.info

Derbar Çand Name

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply