Li Brukselê Hefteya Çanda Kurdan

Di çarçoveya çalakiyên Hefteya Çanda Kurd a li paytexta Belçîka Brukselê de, li Parlament û Senatoya Belçîkayê wê 2 konferans bên lidarxistin.

Li Belçîkayê Yekemîn çalakiyên Hefteya Çanda Kurd di navbera 17-21’ê Îlonê de tê lidarxistin. Ji piraniya çalakiyan re wê Meydana Spanyayê (Place d’Espagne) ya li nêzî Grande Place, mêvandariyê bike.

Di nava hefteyekê de wê ji bo nîşandana çanda Kurd, çalakiyên “Gundê Kurdan”, “Sînema”, Pêşengeha Wêneyan”, konser û semîner bên lidarxistin. Raya giştÎ ya Belçîkayê wê di nava hefteya çandê de firsendê bibîne ku ji gelek aliyan ve çand û hunera Kurdan nas bike.

Li gel çalakiyên çandî û hunerî wê di 18 û 19’ê Îlonê de li Parlament û Senatoya Belçîkayê 2 konferans bên lidarxistin. Di van konferansan de wê rewşa dawî ya li Rojhilata Navîn, modelên Kurdan ji bo çareseriyê pêşkêş kirine û nêzîkatiyên hêzên Rojavayî bên nirxandin.

Organîzator diyar dikin ku ev konferans, ji bo nîşandan nêrîna Kurdan a li ser pêşketinên li herêmê girîng e û anîn ziman ku tevî nûnerên Parlamenta Ewropayê wê gelek nûnerên ji saziyên Ewropayê konferansê bişopînin.

Konferansa yekemîn wê di 18’ê Îlonê saet di navbera 15:00 û 18:00 de li Senatoyê bê lidarxistin. Mijara bingehîn a vê konferansê Kurd, Kurdistan û Kurdên li dîaspora ye.

Pirsgirêkên çand û ziman ên Kurdan, koça Kurdan a ber bi Berçîkayê û entegrasyona wan, nêzîkatiya Yekîtiya Ewropayê li pirsgirêka Kurd wê werin lidarxistin. Konferans wê ji Estîtya Kurd a Brukselê bi moderatoriya Mauora Desira pêk were û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, ji Weqfa Înfo-Turk Dogan Ozguden, ji Estîtuya Kurd a Brukselê Derwîş Ferho û Parlamenterê Parlamenta Belçîkayê Karl Vanlouwe weke axaftvan beşdar bibin.

Konferansa duyemîn jî wê di 19’ê Îlonê de di heman saetan de li Parlamenta Belçîkayê were lidarxistin. Di vê konferansê de ku modela Kurd a ji bo çareseriya rewşa xetimandî ya Rojhilata Navîn mijara bingehîn e, wê bi taybetî şoreşa Rojavayê Kurdistanê, pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê, aştiya Kurd-Tirk, nêzîkatiya Ewropayê û tecrûbe bên nîqaşkirin.

Di konferansa duyemîn a bi moderatoriya Yasîn Yûnca yê ji rêxistinbûyîna HDP’ê ya Ewropayê de, akademîsyenê Hollandî Joost Jongarden, rojnamevanê Belçîkî Toon Lambrechts, Şaredarê berê yê Amedê Osman Baydemîr û Hevserokê PYD’ê Salih Muslim weke axaftvan cih bigirin.

Organîzatoran dan xuyakirin ku yên dixwazin beşdarî konferansê bibin dikarin li ser navnîşana “koerdisch.instituut@skynet.be” yan jî “kongrakurdistan@gmail.com” qeyda xwe çê bikin.

Saziyên di organîzasyona Hefteya Çandê de cih digirin ev in: Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Estîtuya Kurd a Brukselê, Federation Wallonie-Bruxelles, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Înfo-Turk, Vrede, Masereel Fonds (Organîzasyoneke çandî ya dilxwaz a zimanê Flamanî diparêze û teşwîq dike), Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Şaredariya Êlihê, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, Federasyona Ermeniyên li Ewropayê ya ji bo Demokrasî û Edaletê, La Bellone (Maison du spectacle-Mala Xwepêşandanê), Mondiaal Neuws (MO-Kovara Flaman), Vlaamse Gemeens Chapsco Mmissie, Mala Gel a Bruksel

 

Derbar Rêvebir

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply