MELZEME- PÊDIVIYÊN XWARINÊ
Têra 6 kesan
*Kuncî: 3 qedehên avê
*Hûrikê savar: 3 qedehên avê
*Danhêrk: 2 qedehên avê
*Pîvaz: 5 serî
*Rûnê nivîşk: 3 kevçiyên xwarinê
*Xwê: Têra xwarinê
* Îsota reş: Kevçiyekî çayê
* Îsota pûlikî: Nîv kevçî
*Av: Têra xwarinê
ÇÊKIRINA KUTILKÊN BI KUNCÎ
Sinika dan û savarê bixin leganekê, hinek xwê bikinê, şil bikin bila demekê bimîne heta ava xwe hilçand û nermijî. Heta sinika we nerm bibe, pîvazên xwe hûr bikin. Kunciyan bê rûn biqelînin û bikutin. Ku sinika we nermijî bisitrên, heta hevîrê we hev girt. Rûn bixin taweyekê û deynin ser argûnê, pîvazên hûrkirî berdin nav rûn û sor bikin. Ku pîvaz di nav rûn de zereve bûn, pêşiyê kunciyên kutayî dûre jî xwê, îsota pûlikî û îsota reş paşde bikin, bila qasekê di nav hev de biqelin, heta navoşka we ya navikê hate sincûrê, ji ser argûnê hildin.
Hevîrê xwe deynin ber xwe, girêkên bi qasî mezinahiya gûzan jê bikin, di kefa destê xwe de bigoliverînin, paşê wekî kutilkên bi navik, nava wan girêkan vekin, lê divê qalikê wan ji yê kutilkên bi navik qalintir be û bi navoşka we amade kiriye dagirin.
Gava kutilkên we bi tevahî amade bûn, hinek avê bixin beroşekê, hinek xwê bixinê û bidin ser argûnê bila bikele. Ku av keliya hêdîka kutilka berdin nav avê, li ser agirê kiz bila bikelin, heta li ser rûyê avê ketin. Kutilkên pijiyayî ji nav avê derxin û bi germî deynin ser sifreyê.
Noşî can be