Kurdno!
Bi bîr bînin.
Sed sal berê.
Weke îro hercûmercek hebû.
Cîhan dihejiya.
Dewleta Osmaniyan ji aliyekî ve ji bo merkezîbûnê destê xwe hêzdar dikir, ji aliyekî din ve bi Ewropiyan re têkiliyên xwe xurt dikir.
Lêbelê êdî taqeta dîrokê ji bo hilgirtina wê dewletê nemabû.
Qedera Xwedê jî destûr nedida ku bi destê Osmaniyan fikr û baweriyên çewt di cîhana Îslamê de cih bigrin.
Ji lew hilweşiya.
Piştî rûxîna dewleta Osmaniyan axa Enedolê hat dagirkirin.
Îttîhadçiyên tirkperest bi dora kurdan ketin. M. Kemalê ji Selanîkê weke koremarekî tevna xwe li dora kurdan pêça.
Têkilî bi beg, axa û şêxên kurdan re danî. Xwe wek xelaskarê ummetê û xelîfetiyê bi nav kir.
Kete mizgeftan, xutbe da, nameyên cîhadê nivîsî.
Bi namûsa xwe sond xwarin ji mîr û mezinên kurdan re.
Wê ummet xelas bikira û heqê kurdan bida.
Lê çibû?
Bi piştgiriya kurdan hêza xwe berhev kirin, li hember neyarên xwe bi ser ketin û berê xwe dan kurdan.
Xalid Begê Cibirî û Ûsiv Ziya Beg hatin girtin û dan ber gulleyan.
Bi pey Şêx Seîd Efendî ketin. Ji bo girtina wî bi deh hezaran musulmanên kurd kuştin, bi sedan gund xerakirin.
Bedîuzzeman girtin û nefî kirin.
Geliyê Zîlan kirin gola xwînê. Ji bîst hezarî zêdetir jin, zarok, xort û kal kuştin. Çem ji xwînê sor herikîn.
Li Dêrsimê ferman rakirin. Bi hezaran kuştin.
Axa, beg û şêxên kurdan sirgûn kirin. Li xurbet û xerîbiyê jar û perîşan kirin.
Dev ji dayîna heq berdin, ta hebûna kurdan jî înkar kirin…
Axavtina kurdî qedexe kirin.
Wekî din hûn dizanin bê çi bû…
Îro jî li aliyekî dixwazin hêz û desthilatdariya xwe xurt bikin, li aliyekî behsa ummet û misilmaniyê dikin.
Vê carê nexapin kurdno!
Du tiştan bernedin:
Yek: destê xwe ji dîn û baweriya xwe sist nekin. Xwedîtiyê li dîn û îmanê bikin. Lewra bê bawerî û me’newiyat, xêr di jiyanê de tune ye.
Du: ji mafên xwe yên wekheviyê neyên xwar. Ber bayê tu gotinan nekevin. Îlla wekhevî, îlla wekhevî.
Van herdu nirx û hêjayên xwe bi herdu destan zexm bigrin.
Qet destê xwe ji herduyan sist nekin.
Yekê bernedin. Yan na helaket e.
Erê, dujminiya tu misilmanî nekin û ji hevkariyê re tim amade bin. Lêbelê bi şertê wekheviyê.
Ger hûn vê carê bi zanebûn û hişyarî tevnegerin,
Bizanin wê dîrok li we nû bibe…