Kurdjan Sorî Kî Ye?

Sala 1966an li Bohtanê li herema Mişarê di gundê Eynê ji dayîk bûye. Eynê navçeya Sêrtê Dihê ve girêdayî ye. Zarokatiya wî li Eynê derbasbûye. Dibîstana seretayî li gund xwendî ye. Di sala 1980yan li Kufra(Şîrvan) dest dibîstana navendî(lise) kirîye û 1983yan li Mereşê qedandî ye. Ji wê rojê pêde xwendekarî û karkerî bi hev re domandiye.

Sala 1988an Zanîngeha Dokuz Eylûl zankoya hukukê beşa dadmendiya bilind qedandîye. Pişt re, du salan îqtisat xwendi ye lê ne qedandi ye. Navbera Salên 1994 û l997an li Eskîşehîrê Zanîngeha Anadolûyê Zankoya Wêjeyê beşa Şûnwarnasî û Dîroka Huner şaxa Diroka Hûner qedandi ye. Vê navberê de gelek kar kirin e. Avahîsaziyan de karkerî, firoşkarîya seyar, dikandarî (bakkal), nivîsxaneyên dadmendîyan de şopankerî (takîpçî). Li ser çand û folqlora Kurdî, xebatên wî didomin.

Sala 2015 an de li Zanîngeha Artuklûyê beşa zimanê Kurdî (Kurmancî) de lisansa bilind kiriye.

Niha Mamostetîyê dike û bavê çar keça ye: Zelal, Ronahî, Gulbihar û Havîn.

Berhemên folklorîk yên berhevkirî û çîrok û nivisên wî kovarên W, Nûbihar, Hawara Botan, Heft Reng, Folklora Kurdan, Folklora Me û yên din de hatine weşandin. Wekî din malperên înternetê www.siirttenote.com û www.candname.com ê de nivîs û xebatên wî yên berhevkirî hatine weşandin.

Berhemên Wî:

👉Lesrîba (helbest): Bi zimanê Tirkî 2003de bi navê Kemal Mişarî hatiye weşandin.

👉Hebanoka Çîrokan: 6 çîrok (Weşanên Şaredariya Sêrtê- 2010)

👉Hebanoka Çîrokan: 6 çîrok (Weşanên Şaredariya Sêrtê-2011)

👉Goza Beniya (roman): ji çapkirinê re amade ye.

👉Werger: Semerqend a Amîn M’elof ê Lubnanî wergerandiye Kurmancî.

 

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

MIROV Û DAD

Peyva dad di jiyana mirovan de mafê hempare. Jiyana gerdûnî pirî bi hêst û şaney …

Leave a Reply