ji bo şehadeta Şêx Seîd û hemrêyên wî Komeleya Nûbiharê daxuyanî da. Daxuyanîya Komelê wiha ye:
Kurmancî:
“Ji bo min ne xeme ku hûn min bi van sêdaran ve daleqînin. Bê guman têkoşîna min ji bo Xweda û dîn e.”
“Ez niha dikim ku xatirê xwe ji vê jiyana fanî bixwazim. Ez ne poşman im ku fedayê gelê xwe bûme…”
Bi Navê Xwedayê Rehman û Rehîm
Şêx Seîd, şêxê neqşîbendî û Kurdê Zaza bû. Gelek medrese avakiribûn. Di nav gel de gelek dihat nasîn û gel jê hez dikir…Ji ber hessasiyeta xwe ya Îslamî û netewî, hin pêkanînên hikûmeta wê demê xweşîya wî nediçû. Piştê hin bûyerên sîyasî yên wê demê, Şêx Seîd ji berê da serhildan plan nekiribe jî mecbûr dimîne ku serî hildide û serhildan sê mehan didome. Di encamê da bi biryara dadgehên wê demê Şerq Îstîklalê ve tê darizandin û di 29ê hezîrana 1925an de Şêx Seîd Efendî û 46 rêhevalên wî li Diyarbekirê li taxa Derê Çîyê tê darvekirin û şehîdkirin.
Gora wî hîn jî nedîyar e ku li ku ye.
Em wekî Komeleya Nûbiharê salvegera 96emîn şehadeta Şêx Seîd û rêhevalên wî bi rêz û hurmet, bi minet û rehmet em bi bîr tînin. Ruhê we şad û bextewar be.
Kirdkî:
“Ez xem nêwena ki;bi nê darê bê qîmetan a yena dardakerdeni. Bêguman mexsedê mi, qandê Ellah û dîndê ci yo!”
“Ez nika kena nê coyê fanî ra xatir biwaza! Mi xwu qewmda xwu rê kerd feda! Ez ney ra jî poşmaney nêwena!”
Bi Namedê Ellaho Rehman û Rehîmî
Şêx Seîd, şêxê neqşîbendî û Kurdê Zaza bî. Xeylê medresey awan kerdî bî. Qewma xwu ra mîyan di xeylê ameyê naskerden u hezkerden… Heta dîndê Îslamî ew heta milletda xwu ver ra, hebê fêlê hukmatê ê çaxî weşdê ci nêşîyê. Hebê hedîseyê sîyasîyan ser ra, Şêx Seîd jî caelemat bêhemd û bêtedbîr sere hewada. No serehewadayen hîrê mengî rameno.
Peynîya peynî di Şêx Seîd Mehkema ya Şark Îstîklalî ya mehkema beno tepya, serra 1925’î 29’ê Hezîranî di Şêx Seîd Efendî û 46 hemrayê ci Dîyarbekir di mehlaya Derê Çîya/Berê Koy di amey dardakerden û bî şehîdî.
Qebra Şêx Seîdî jî hana belli nîya ki kotî da.
Ma nameyê Komeleya Nûbiharî ya serrdewra 96’ê şehîdeya Şêx Seîd û hemrayê ci bi rêz û hurmet, bi minet û rehmet a anî vîrî.
Ruhê şima şad û bextewar bo.
Komeleya Nûbiharê