Koma Sêwiya (7 Xûşk) – 2

Me di nivîsa pêşîde bahsa Komika Sêwîya bi dirêjayî kir.

Gelo çawa tênê ditîn û em çawa karin çavdêrîyê bikin?

Bi rastî ev komik, komika herî nêzî dinyê ye û bi çavan tene jî pir xweşik kare bê dîtin. Ewqasî xweşik û biriqandîye, di nava şevqên bajêr de jî tê dîtin heta 7 stêrk3en biriqandî jî wûn karin bibînin. Bele wûn bûxwazin hîn xweşiktir bibinin divê wûn herin cîhekî tarî. Dema bal here sêr şiklê wê dişibihe tawekek biçûk.
Bele ev ne bese, ji bok û wûn vê komikê baştir bibinin kêmanî dûrbîn an teleskob ji were divê. Ev komik li asîman 2’ pile cîh digire û bi qasî 4 heyvaye. Dema em bifikirin kû dûrbîn kare 1 pileyê bibînê ewê hîn baştir bê femkirin. Heger ji we tê hilgirin telekobekê ewê hîn baştir bê dîtin.

Di vê komê de tiştê kû herî bi ecêb ewrikên”Merope” û “Maya” ye. Merope û Maya ewrik toz û gemar a kû van stêrk çêkirîye bi xweye. Ev ewrên xûya dibin, madeyên ji kare çêbûnê stêrkan zêde manê ne. Ev ji van stêrkên komikê re karin bejin stêrkên zarok, ji berk û hîn ciwanin, ewr û kewşên wan hîn li ber sere wane. Dema em bixwazin li dîya wan(Pleione) û bavê wan (Atlas) binerin tiştek bala me dikşîne kû Pleione ji Atlas 3,6 qedîr kêmtir dibirîqîne û car caran baş xûya nabe. Ev herdû stêrk di sere kefçikê de cîh digrin û di demên wa de wûn karin bi dûrbînekê gelekî baş bibinin.

Ecêbîyek Pleionê heye kû stêrkek gûherokîye. Ewqasî bi hêz dizîvire û bê hesabê gelek caran madeyan dipejiqînê fezayê. Ji ber vê yekê car caran biriqandina wê xûrt dibe û piştre kêmtir dibe. Em bûyer cara dawî di sala 1972 û 1987 an de xûyakir. Biriqîna wê di navbera 4.8 û 5.5 qedîrî de guherî. Di dîrokê de heta hatîye nivîsandin kû car caran Pleione li cîhê xwe wenda bûye.

Ji ber hînek taybetmendîyên cüda divê em bahsa Ewrikê Meropê jî bikin. Ev ewrik lê nêzî sterka Merope ye û ev nav lê hat kirin. Rengekî şîn ji ber şewqên stêrkan digire û li gorî zanyarîyan di çend milyon salên pêşîde wêji ber pesta şewqan belawela bibe.

Wêne: Ewrikê Meropê di nava Komika Sêwîya (Hubble)

Jêder: Rûpela Astronomîya

Derbar Çand Name

Check Also

Pirsgirêkên Têgîhên Kurmancî-2

TÊGIH-2 (kavram, terim) Wekî li jêr jî xuya dike, di binavkirina têgihên rêzimanî da tevlihevî …

Leave a Reply