Koma Sêwiya (7 Xûşk) – 1

(Keremkin di 4 deqa wûn karin bixwînin, xwe netirsînin)

Kom an Komika Sêwîya bi navê M45, Perwîn û Sureyya jî tê naskirin. Komek stêrk, toz û ewra ye û di nav Komstêrka Ga de cîh girtîye. Ev komik ji bo Cihûyan pîroz tê qebûl kirin. Ev komik 440 saltîrêj dûrî erda me ye. Di vê komikê de 7 stêkr^n biriqandî hene û weke 7 xûşkên sewî tên naskirin din av Kurda de.

Di nav gele Kurd bi navê koma sêwîya hatîye naskirin.
Gelo çima Kurda ev nav lê kirine? Dema kû em têkevin nav taybetmendî û şiklên vê komikê, ji xwe bersiv wê bi xwe derkeve holê. Ev komik li hêla rojhilat xûya dike, tevlîheve û tene xûya dike. Bi hezaran stêrk xûya dibe û libin gûhê hev ketine û ew 7 stêrkên biriqandî weke sêwîya hatine naskirin û ji ber vê yekê Kurda navê Sêwîya lê kirine û navê wê ma Komika Sêwîya.

Gelo ev komik çiye û çawa çê bûye, temam navê wê xweş û balkêşe belê çiye?
Bîhna xwe veke heyran vaye ezê anha bejim. Koma Sêwîya di 100milyon salên vê dawîyê de çêbûye û li gorî lêkolînên hûr tê fêmkirin kû wÊ di 250 milyon salên pêşîde jî xûya bikin. Deme em bala xwe bidin vê komikê xûya dike kû ev stêrk pir nêzî hevin û ji ber vê yeke jî şewqên wan ê şînik tevlîhev bûne. Dema wûn bi telekobekê li komikê binerin li derdora stêrka tiştên weke perdeye xûya dike. Komik li cîhekî gelekî bi toz û ewre û şewqên wan dide ser van toza û dibiriqîne. Şiklên xweyî briqandî û tozikî ji ber vê sedemê distîne.

Bi çav 6 stêrkên biriqandî xûya dikin bê em zanin kû zêdetirî ji 1000 stêrkan pêktê. Di çêbûnên stêrkên bi vî rengîde em karin ji wanre bejin birane jî berk û ji heman madeyên kimyewî pêktên û diçin bi heman hêlê.

Gelo j içi pêk tê?
Dema em li komikê binerin zêdetirî 1000 stêrk xûya dike û bi ser hala stêrkên cotik nê têde be jî. Em hîn nizanin bê ew stêrkên cotikî xûya dikin çine. Stêrkên ciwan û reng şîn xwediyê komêne û di rojên sayî de wûn baş bala xwe bidin wûn karişn bi çavên xwe bibinin. Kûtleyên giştî ê vê komê bi qasi 800 tava tê hesibandin. Di komikê de gelek stêrkên cûce û qahverengî hene. Kûtla wan %8 ê tavê ne û dendika wan hîn negihiştîye reaksîyonên fuzyonî. Ev stêrkên qahweyî gelek bi çûkin û em di derbarÊ wan de tiştekî zêde nizanin.
Di vê komêde 7 stêrkên biriqandî hene û weke 7 xûşkên sêwî tên naskirin. Navê wan Sterope, Merope, Electra, Maia, Taygete, Celaeno, û Alcyone ye û ji mîtolojîya Yewnana tê. 2 Stêkên din hene û bi navê Atlas û Pleione hatine binavkirin û ev jî bav û dîya wane.

Dewama wê nivîsa din de amade ye…

Wêne: 13 îlon 2013 Nasa (Komika Sêwîya)

Çavkanî: -Zwahlen, (2004), A purely geometric distance to the binary star Atlas, a member of the Pleiades, Astronomy and Astrophysics, v.425, p.L45.

-a b Adams, Joseph D, Stauffer, John R.The Mass and Structure of the Pleiades Star Cluster from 2MASS, The Astronomical Journal, v.121,
(2001)
– Norton’s Star Atlas, 1959; A.P. Norton,J.G. Inglis; Sky Publishing Corparation, MA, USA.

Jêder: Rûpela Astronomîya

Derbar Çand Name

Check Also

Pirsgirêkên Têgîhên Kurmancî-2

TÊGIH-2 (kavram, terim) Wekî li jêr jî xuya dike, di binavkirina têgihên rêzimanî da tevlihevî …

Leave a Reply