Jiyana Melayê Cizirî

MELAYÊ CIZIRÎ (1570-1640) – yek ji helbestvanên mezin yên kurd e.
Perçeyek ji meqele “Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin” ya Celadet Alî Bedirxan:

Mela li cem hemî kurdmancan, nemaze li cem feqehan ewçend nas e ko ne hewce ye ez wesfê wî bidim. Melaşahirekî mitesewif e, dîwana wî di sala 1919 an de li Stenbolê ketiye çapê. Beriya wê li Petresbûrgê jî hati bû çap kirin. Min ji vê çapê nisxeyek li şamê di taxa kurdmancan de dîtiye. Çapa Petresbûrgê çapeke lîtografîk e.
Melayê Jaba di heqê Melayê Cizerî de dibêje: »şahirê diwê Melayê Cizerî ye. Eslê wî ji Cizîra Bihtan e. Navê wî şêx Ehmed e. Di tarîxa pansed û çilî de di nêv Cizîrê de peyda bûye. Di wî wextî Mîr Imadedîn li Cizîrê mîr bû û xweheke mîr hebû. Ev şêx Ehmed li xweha mîr aşiq bûye. Xezeliyatine zehf gotiye û diwançeyek tertîb kiriye. Dîwana Melayê Cizerî dibêjin qewî dîwaneke misteleh e, û zehf li nik ekradan meqbûl e. Paşê, Mîr Imadedîn ew şêx Ehmed ceribandiye ko aşiqê heqiqî ye û xweha xwe da ê. şêx Ehmed qebûl ne kiriye. Ev şêx Ehmed jî di tarîxa pansed û pêncî û şeşê de merhûm bûye û di nêv Cizîrê de medfûn e, û ziyaretgaha xelkê ye« .
Herwekî melayê Jaba gotiye tirba Melayê Cizêrî ziyaretgah e. Ji xwe hêj di saxiya wî de welayet bi aliyê wî ve didan. Dibêjin ko mela li Westaniyê, li berşetê Cizîrê, li ser kuçekî rûdînişt û şihrên xwe dinivîsandin. Ji cizba wî kuç welê disincirî ko piştî ko mela jê radibû jin diçûn wî kuçî û nanên xwe pê ve didan û dipijandin.
Ji dîwana melê me xezala jêrîn bijartiye. Heye ko di dîwana melê de jê spehîtir xezel hene.

Îro ji husna dilberê

Îro ji husna dilberê
Dîsa helak û serxweş în
Remzên di wê şîrînsurê
Sohtim bi pêta ateşîn

Sohtim bi berqa lami’ e
Ew necm û bedra tali’ e
şemsa semayê rabi’ e
Lew pir ji şewqê şewwişîn

Pir şewwişandin wê dil e
Zulfên siyah ser dan mil e
Tora muxalif silsile
Selwa ‘eqarib lê meşîn

Selwa ‘eqarib lê weten
Ew nazika nûrînbeden
Qendê dirêjin guft û ken
Biskan di lê kir baweşîn

Biska siyah re’na ye mest
Yek dî bi heyran pê ve dest
Hemyan bi mestî helqe best
Derbendê ew zulfa reş în

Êsîr kirim zulfa çelek
Ew horiya şubhet melek
Tîr dan ji reştûzên helek
Mecrûhê qewsê pirweşîn

Tîr dan ji qewsê malzirav
Ew gewhera pir şewq û tav
Sotin li min cerg û hinav
Lew têk ji cergê herişîn

Cerg û cesed têk sohtine
Lew xef xedengan nuhtine
Ji qewsê hilalê jih tine
Heyranê dêma mehweş în

Hem bedr û hem Zuhra ye dêm
Ji wê ‘alema kubra ye dêm
Xweş destxet û tuxra ye dêm
Herfan ji miskê lê nişîn

Lewhê ji nû sîqal bidin
Herdem ji nû ve xal bidin
Da dil bi yek dî pal bidin
Nuqtan ji zêrabê weşîn

Zulfa siyah ‘enber bike
Xemlê ji zêrê zer bike
Zerbaf û dîba ber bike
Misk û gulavê lê reşîn

Mawer ke terh û bişkoyan
Cîranê berg û lû’lûyan
Ew ‘er’er û selwa ciwan
şetrî bi mestî lê xwişîn

Şetrî we tayên sor û zer
Bayê nesîm lê da seher
Li wê cebhetê hijiyan dû per
Lewra sekara bêhiş în

Meşha seher yarê şefîq
Da min bi enguştên ‘eqîq
Ji wê badeya nûrîn rehîq
Mexmûrê xemra bêxiş în

Mexmûrê bê camê ez im
Yexmakirê ramê ez im
Çavnêrê peyxamê ez im
Perwaneyê şem’a geş în

Perwaneyên sotî kebed
Dilber ji ber Birca esed
Tîr dan ji reştûzên semed
Lew têk ji xwînê neqqişîn

Kuştim bi qewsê ‘enber e
şoxê ji dil mil dan ber e
Êxiste dil sed pencere
Evrenge em mihnetkeş în

Mihnetkeşên roz û şebê
Der firqeta şêrînlebê
Zulma ji ber destê te bê
Ew ‘edl e em pir pê xweş în

Zulma tu kî pir pê xweş im
Sohtîdilê hicrankeş im
Mislê perengê ateş im
Rûhek mucerred bêleş în

Min dî sehergaha elest
Camek ji kewser dost di dest
Jê da Melê lew maye mest
Hetta heyatê serxweş în

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply